Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye 2021-04-07 14:04:38 RIHA  - Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê, mehekê xwe temam kir. Malbata 3 sal in li berda edaletê ye.    Emîne  Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên xwe di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê dewam kir. Malbata Şenyaşar, mehek çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” temam kir. Polîsan bi hinceta “dîmenên derdora avahiya çemawerî girtin qedexeye”destûr nedan xebatkarên çapemeniyê dîmenên malbata Şenyaşar birin. Li ser vê yekê me bi telefonê xwe gihand Ferît Şenyaşar. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku 3 sal in lêgerîna wan a edaletê dewam dike.   DOZ WIJDANÊ   Şenyaşar, anî ziman ku ew didomandina têkoşîna xwe ya “Edaletê” de bi israrin û wiha got: “Bila hemû cîhan dengê me bibihîse. Serdozgeriya Rihayê û dozgerê dozê, guhê xwe li daxwaza me ya edaletê girtine. Naxwazin me bibihîzin. Daraza ku 3 salin dibin kontrola siyasî de tê birêve birin, 37 sal cezayê girtîgehê da birayê min. Ev doz, doza hemû kesên bi wijdanin. Hemû kesên ku dervetên wan hene, divê şopdarê doza me bin. Hemû kesên dixwazin ji bo me bibin deng, em wan vedixwînin ber avahiya Edliya Rihayê.”    FADIL ŞENYAŞAR: WÊ EDALET PÊK BÊ   Şenyaşar, behsa hevdîtina telefonê ya 2’yê Nîsanê bi birayê xwe Fadil Şenyaşar jî kiribû kir û axaftina wî ya di telefonê de wiha parve kir: “Min baweriya xwe ya edaletê winda nekiriye. Ez di wê baweriyê de me, ev biryar wê li îstînafê bê betalkirin û paşve bê şandin. Dereng be jî, teqez wê edalet pêk were.”