CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin 2021-04-07 14:55:07   AMED – CFWIJ’Ê meemeleya xerab a li dijî Rojnameger Berîtan Canozer şermezar kir û xwest ku demildest bê berdan.    Di Rojnamegertiyê de Koolîsyona Jinan (CFWIJ),  bertek nîşanî meemeleya xerab ku di bin çavan de li Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer hat kirin da û xwest ku demildest Canozer bê berdan. CFWIJ’ê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku golisan gef li Canozer û 21 hevalên wê xwarine û pêwîstiyên wan ên bingehîn nayên bersivandin.