Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye 2021-04-07 15:03:52   STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di rapora xwe ya sala 2020’an de destnîşan kir ku bi lezgînî pêdiviya Tirkiyê bi darazek serbixwe heye û di raporê de cih da îşkencekirina Osman Şiban û Servet Tûrgût ên ji helîkopterê hatibûn avêtin.    Rêxistina Efûya Navnetewî rapora sala 2020’an a ku rewşa mafên mirovan a dinyayê dinirxîne weşand. Di beşa Tirkiyê ya raporê de hat diyarkirin ku bi lezgînî pêdiviya Tirkiyê bi darazek serbixwe heye. Di raporê de behsa di pêvajoya pandemiyê de derbirîna azadiyê, darizandina adilan e, zextên li ser muxalefet û civaka sivîl, newekheviya zayendî, cihêkarî, mafê pênaber û koçberan û windakirinên bi darê zorê, îşkence û muameleya xerab hatin kirin. Her wiha di raporê de neberdana karsaz Osman Kavala û Hevserokê  Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên girtî yên li gel biryara DMME’yê nayên berdan jî hatin bibîrxistin. Di raporê hat gotin mafê azadiya kombûnê ya jinên li mafê xwe digerin bi dehan car hatiye binpêkirin. Her wiha di rapora 2020’an de hatiye gotin ku Peymana Stenbolê li Tirkiyê bi gefan re rûbirû ye.    DARIZANDINA ADILANE TUNE HATIYE HESIBANDIN    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li dijî gelek kesayetên beşa civakê dacîza darazê berdewam kiriye û darizandina adilane tune hatiye hesibandin. Di raporê de hat diyarkirin ku gefên hikumetê li ser muxalefetê berdewam kiriye û muxalefet di bin zextan de hatiye hiştin. Di raporê de hat gotin ku li Tirkiyê medya civakî bi sansûr û bariyeran re hevrû maye. Di raporê de yasaya pir baroyan jî hat bibîrxistin û hat gotin gelek parêzer girtî hatine darizandin û ev yasa nû ya baroyan erk û serxwebûna baroyan lawaz dike.    NEBERDANA DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG    Di raporê de beşek ji endamên partiyên muxalevetê yên girtî û bi cezayan re rûbirû ne hat veqetandin û hat destnîşankirin ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hêj girtî tên darizandin û tevî biryara Dadgeha Ewropayê jî Demîrtaş negihîştiye azadiya xwe û nayê berdan.    ÎŞKENCEYA BI HELÎKOPTERÊ    Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxa Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin û di encamê de Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû jî di raporê de cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest daye û daxuyaniya Walîtiya Wanê û Wezareta Karên Navxweyî û beyanên şahidan bi hev re bi nakok in.