Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin 2021-04-08 08:50:24 AGIRÎ - Cenazeyê Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî ku li Agiriyê winda bûbû hat dîtin.  Li gundê Kûmlûgeçît ê girêdayî navenda Agiriyê duh Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî duh ji malê derketibû û agahî jê nehatibû girtin. Malbatê agahî da polîs û cendirmeyan. Tîmên lêgerînê yên AFAD'ê ji bo dîtina zarok xebat dan destpêkirin û cenazeyê zarok li Çemê Mûradê yê 4 kîlometre dûrî gund dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.