Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand! 2021-04-08 09:00:45 AMED - Pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û qeyûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeyê de çikand. Hevşaredarên Farqînê gotin ku tabeleya hatiye çikandin nenaskirina kurdan û zimanê wan e. Înkarkirin û tirûşnekirina kurdî ya ji aliyê dewletê ve bi destê qeyûmên ku bi fermana Wezareta Karên Hundir tayînî şaredariyên HDP’ê hatine kirin didome. Ev pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî ya bi destê qeyûman piştî Bedlîs, Wan û Mêrdînê gihîşt Amedê. Qeyûmê Farqînê tabelaya bi kurdî, tirkî û îngilizî ya li têketin û derketina navçeyê rakir û li şûnê tabeleya tenê bi tirkî çikand.   TABELAYÊ BI VEŞARÎ RAKIRIN   Di sala 2014’an de dema ku Şaredariya Farqînê di destê DBP’ê de bû, hevşaredarên demê yên navçeyê ji aliyê rêya Amed û Êlihê ve tabeleya bi kurdî, tirkî, îngîlîzî ya ku li ser “Hûn bi Xêr Hatin Farqînê” nivîsandî li têketin û derketina navçeyê çikand. Lê piştî ku di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, di nav demê de bi awayekî dizî ev tabele hat rakirin.    TABELEYA TENÊ BI TIRKÎ!   Qaymeqamê Farqînê Mûrat Ozturk ku di meha çileyê de weke qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin, ji bo dîsa tabele bê çikandin dest bi xebatan kir. Lê li gel ku ji bilî karmendên dewletê gelheya navçeyê ji sedî sed kurd e jî qeyûm Ozturk di 6’ê nîsanê de li şûna tabeleya hatiye rakirin tabeleya tenê bi tirkî “Silvan’a Hoş Geldiniz” li têketin û derketina navçeyê çikand.   ŞAREDARÎ KIR QAYMEQAMIYÊ RAGIHAND!   Li gel ku karê tabeleyê karê şaredariyê ye jî qeyûm Ozturk vê guhertinê li ser hesabê medya civakî yê Qaymeqamiya Farqînê bi van gotinan “Ji aliyê Amed û Êlihê ve li têketina navçeya me ji aliyê şaredariya me ve “Hûn bi Xêrhatine Farqinê” xebata tabelaye bironî hatiye kirin” ragihand.    BERTEKA HEVŞAREDARÊN FARQÎNÊ   Me mijarê ji Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abas Hîlmî Azîzoglû yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye pirsî û têkildarî mijarê ev daxuyanî dan: "Ne îro bi salan e çand, huner û zimanê kurdî tune dihesibînin. Di nav salekê de 3 qeyûm hatin ser vîna gelê Farqînê. Qeyûmên borî Saziya Jinan a Meyayê, Saziya Ziman a Farqînê, Saziya Çand û Hunerê ya Zemfîlfiroş girtin. Li gel ku Farqîn ji sedî 100 kurd e îro jî qeyûmê nû tabeleyeke ku yek peyvekî kurdî têde tuneye li navçeyê diçikîne. Ev tê wateya nenaskirina kurdan û zimanê wan. Em jî vê tunehesibandinê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibêjin pir zimanî, pir çandî û hebûna zimanê kurdî..."   WÊ AKP DAXUYANÎ BIDE   Me bi rêya telefonê xwe gihand Endama Lijneya Biryar û Birêvebirina Navendî ya Beşa Jinan a Navenda Giştî (MKYK) ya AKP’ê Sûna Kepoglû ya ji Farqînê û mijarê jê pirsî. Li gel ku dîmenê tabelayê yê ji aliyê Qaymeqamiya Farqînê ve li ser Twitterê hatibû parvekirin ecibandibû jî Kepoglû angaşt kir ku haya wê ji mijarê tune ye û derbarê ecibandinê de jî got dibe ku zarokên wê dîmen ecibandibin. Piştî vê yekê got ku wê mijarê bipirse û pişt re li me vegere û telefonê girt. Piştî demekê li me vegeriya û got ku mijarê bi Serokê AKP’ê yê Bajêr ê Amedê Şerîf Aydin re axiviye û wê têkildarî mijarê îro Aydin daxuyanî bide çapemeniyê.    MA / Kadrî Esen