Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir 2021-04-08 10:30:49   MÊRDÎN - Dozger di danişîna herî dawî ya Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat lidarxistin de biryara xwe eşkere kir û nebûna qeydên kamerayê ya aydê kêliya bûyerê kir hêceta daxwaza beraeta bersûcan û îdia kir ku delîlên şênber nîn in. Parêzer Erdal Kûzû jî delîlên şênber ên di dosyeyê de yek bi yek rêz kir.    Li navçeya Kerborana Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê adara 1996’an de Davut Altinkaynak (13), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21), Hikmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Têkildarî windakirinê doz hatibû vekirin. Dadgehê bi hêceta “ewlehiyê” dozê neqlî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê kiribû. Danişîna 21’emîn a dozê di 29’ê adarê de hat lidarxistin. Dozger xwest derbarê bersûcan Fermandarê Tabûra Komando yê Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Navendî ya Cendirmeya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqaolê Haydar Topçam, çawişê pispor Kerîm Şahîn, Farûk Çatak, Mahmût Ayaz, Naîf Çelîk, Ramazan Savci, Kemal Kaya, Mehmet Acar, Faîk Acar, Huseyin Altunişik, Mehmet Emîn Çelîk, Sadik Çelîk, Fethullah Çelîk, Osman Demîr Bahattîn Erge de biryara beraetê were dayîn.    Dozger îdia kir ku ji bo bersûcan sûc kiribe delîlên şênber û têrkirî tune ne û di biryara xwe de cih da gelek hûrguliyan. Dozger diyar kir ku têkildarî binçavkirina welatiyan li Fermanderiya Cendirmeyan a Kerboranê ku hatine ragirtin tu belgeyek nîne û îdia kir ku beriya sala 2008’an jî lênûskên nezaretxaneyê nehatine dîtin. Dozgeriyê îdia kir ku dîmenên kêliya aydê bûyerê jî nînin.    Parêzerê malbatan Erdal Kûzû biryar ango îdiayên dozger ji ajansa me re nirxand.    BERSÛC TÊN PARASTIN    Kûzû anî ziman ku tu aliyên hiqûqî yên biryara dozgeriyê nîn in û nebûna qeydên kamerayan ên aydê bûyerê ku dozger aniye ziman jî mijara mîzahê ye. Kûzû destnîşan kir ku dozger bi van îdiayên xwe ku dibêje keyd û delîl û belge nîn in bersûcan parastiye û dozger bi vê rewşê ketiye halek pêkenokî.    YEK BI YEK DELÎL HENE    Kûzû destnîşan kir ku têkildarî wndakirina van welatiyan di dosyeya JÎTEM’a Kerboranê de ji delîlek şênber zêdetir gelek delîl hene û wiha got: “Rapora MÎT’ê heye. Rapora derbarê binçavkirina 15 welatiyan ên wê demê hatine binçavkirin di dosyeyê de heye. Beyanên eşkere yê Qeymeqamê Kerboranê yê wê demê li dadgehê hene. Beyanên Serokê Şaredariya Kerboranê yê wê demê heye. Beyanên ku ev zarok hatine binçavkirin û ji aliyê kî ve hatine binçavkirin hene. Beyanên eşkere yên mamosteyên van zarokan ku hem li dadgehê û hem jî di lêpirsînê de hene. Beyanên Midurê Perwerdehiya Millî yê Navçeyê yê wê demê hene. Cenaze hene. Du cenaze li Qoserê û çar cenaze jî li du gundên Kerboranê hatin dîtin. Her wiha ev herdu gund di sala 1995’an ce bi hêceta ‘ewlehiyê’ hatiye valakirin û ‘ewlehiya’ wê ji aliyê dewletê ve hatiye temînkirin. Qeda resmî ya derbarê binçavkirina du kesên ji wan xwendekar in heye. Çawişek pispor wê demê wezîfeyê kiriye û haya wî ji binçavkirinê heye beyana wî eşkere ‘me van însanan bi awayek çavgirtî ji bo înfazê dibir’. Koordînatên di çarçoveya tiştên vî eskerî digot de cenaze hene.”    ‘DEWLETÊ SÛC KIRIYE’    Kûzû anî ziman ku di dosyeyê de gelek delîlên ku cînayet ji aliyê dewletê ve hatiye kirin derdixe holê hene û nedîtina van delîlan wek “bêwîjdanî” pênase kir. Kûzû got nezanbûna ku dozger ên hatine windakirin pêkenok e û dozger ji bo bersûcan biparêz e biryarek ji hiqûqê, ji aqailan û mantiqê dûr da. Kûzû da zanîn ku ev jî berdewamiya polîtîkaya bêcezakirinê ye û got: “Ez nebawerim ku dozger jî ji biryara xwe bawer dike.” Kûzû got bi destê rayedaran mudaxileyî dosyeya van bersûcan tê kirin û tên parastin. Kûzû anî ziman ku ev biryar û helwesta dozger nayê ravekirin. Kûzû destnîşan kir ku dewletê sûcek mezin li hember van welatiyan kiriye û ew ê jî têkoşîna xwe bidomînin.    MA / Ahmet Kanbal