Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin 2021-04-08 13:07:27   DERSIM - Hevserokê HDP’ê yê Pertegê Aydin Kose, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.   Polîsan bi awayekê hemwext bi ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pertegê û mala Hevserokê navçeyê Aydin Kose de girtin. Kose piştî serdegirtina malê hat binçavkirin.    Polîsan piştî lêgerîna mala Kose û avahiya rêxistina navçeyê dest danîn ser amûrên dijîtal. Kose yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Pertekê tê girtin.