Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin 2021-04-08 13:50:37 MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku starta şerê li dijî Kurdan ji Gireva Îmraliyê didin û got: "Divê em li dijî faşîzm û yekperestiyê rêxistinbûyîna xwe mezin bikin. Em dikarin bi têkoşînê xetereyan bertaraf bikin.”   Hevdîtina gel a bi şîara "Li dijî faşîzmê em xwe birêxistin bikin” a li Mêrsînê di roja 4'emîn de dewam kir. Şandeya ji Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan û Mûazzez Orhan û endamên partiyê pêk hat beşdarî hevdîtinê bû.    ‘STARTA ŞER LI ÎMRALIYÊ TÊ DAYÎN’   Şandeya ku bi awayekê du komî xebatên xwe li navçeya Tarsûsê dewam kir, hem bi malbatan re, hem jî bi gel re hatin gelhev. Koma ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD’ê Adnan Akgul pêk dihat, li Nûnertiya HDP’ê ya Fahrettîn Paşa bi gel re hatin gelhev. Di hevdîtina ku Bayindir axivî de dehan welatî beşdar bûn. Bayindir, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze pergaleke beyî Kurdan ava bike û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Bayindir, da zanîn ku çi dema tecrîdê dikin dewrê, wê demê li dijî Kurdan starta şer didin û wiha got: “Starta şer ji Îmraliyê didin. Polîtîkayên şer, li Îmraliyê dixin dewrê. Bi mîlyonan kesên beşdarî Newrozê bûn gotin ‘Ocalan vîna me ye.’ Gelê Kurd li dijî vê zilmê têdikoşe û serî natewîne. Gelê Kurd dixwaze bi têkoşîna xwe pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo aştiyek birûmet jî, Îmraliyê wek adres nîşan dide. Îmraliyê kîlîda çareseriyê ye.”   GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Endanê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Adnan Akgul jî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku 133 rojin li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne, dewam dike û wiha got: “Divê em daxwazên xwe yên demokratîk bînin ser ziman. Kurdan bedelên mezin dan. Lê çi dibe bila bibe, teqez wê Kurd qezenc bikin.”