Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me 2021-04-08 14:30:28 AYDIN - Penabera îranî Esmaeîl Fattahî ku ji ber tevlî çalakiya “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” bûbû hatibû binçavkirin û nihali Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê tê girtin, bang li rêxistinên mafên mirovan kir û xwest bibin dengê wan. Di rojên derbasbûyî de bi hinceta “pergala cemaweriyê xirab kirinê” derbarê penaberên îranî Esmaeîl Fattahî, Leîlî Farajî, Zeînab Sahafî û Mohammad Pourakbarî Kermanî ku tevlî çalakiya li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê bûbûn de biryara der sînorkirinê hatibû dayîn. Penaber ji 6’ê nîsanê ve li Navenda Paşve Şandinê ya Penaberan a Aydinê tên ragirtin.    TÊKOŞÎNA JINAN ENTERNASYONEL E   Esmaeîl Fattahî ya ji Navenda Paşve Şandinê ya Penaberan a Aydinê xwe gihand ajansa me û wiha got: “Min di çalakiyê de gotibû ku ‘jinên li Îranê li dijî pergala îslamê têdikoşin îro li Denîzliyê li dijî paşvekişandina Peymana Stenbolê têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna jinan têkoşîneke enternasyonel e û girêdayî sînorên erdnîgarî nîne’. Em ji ber tevlî çalakiyê bûne bi hêceta bi hêceta ‘pergala cemaweriyê xirab kirinê’ li vir tên girtin. Tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê ne sûc e.”   ‘DUH 32 PENABER HATIN DERSÎNORKIRIN’   Fattahî, diyar kir ku li Navenda Paşve Şandinê tundiyeke cîdî ya psikolojik li wan tê kirin û wiha axivî: “Her tim dibêjin ‘em ê we bişînin Îranê’. Duh ji vir 32 penaberên ji hin welatên cuda hatibûn bi lez û bez ji bo der sînor bikin birin. Li vir nêzî 100 penaber hene û qasî min fêm kir gelek ji wan weke me li benda pêvajoya îtîrazê ya biryara der sînorkirinê ne. Le bêyî ku li benda vê pêvajoyê bimînin hatin dersînorkirin.”   ‘BIBIN DENGÊ ME’   Fattahî, da zanîn ku parêzerên wan li dijî der sînorkirina wan di nava hewldane de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji ber li Îranê li dijî pergalê bûm hatim girtin. Li gel gelek zextên cuda beriya 6 salan ez reviyam û hatim Tirkiyeyê. Niha jî dixwazin careke din me teslîmî pergala Îranê bikin. Heke me teslîmî Îranê bikin, ez baş dizanim ku wê me bi îşkenceyan bikujin. Ji ber vê yekê piştevaniya rêxistinên mafên mirovan û rayagiştî ji bo me di asta jiyanî de ye. Ji kerema xwe bêdeng nemînin, bibin dengê me.”   MA/ Sevda Aydin