Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine? 2021-04-08 14:32:40   RIHA – Ferît Şenyaşar di roja 31’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: “Dozger ji me re gotibû ku wan 23 kes tespît kirin. Wê demê ya pêwîst bikin, ma hûn li benda çine?    Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza “Edaletê” ya li ber Edliyê Rihayê di roja 31’emîn de dewam kir. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar a li ber Edliyê dewam dikin. Şandeyeke Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Mûrat Aba jî di nav de, bi armanca piştevaniyê malbat ziyaret kir.   ‘QATILAN BIGIRIN’   Dayika Emîne Şenyaşar, komkujiya li nexwexaneyê rû da û mehek çalakiya xwe ya nobeta edaletê ji şandeya TÎHV’ê re vegotin. Şenyaşar, diyar kir ku 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dan kurê wê Fadil Şenyaşar û wiha got: “Bi awayekê bêhiqûqî kurê min girtiye. Ez dixwazim wî serbest berdin. Em li vê derê ji bo edaletê rûdidin. Lê tim mudaxileyî me dikin. Ez nikarim li malê rûnim. Me hemek dû xwe hişt. Heya ku edalet neyê bi cih anîn, salekê jî dewam bike, ezê dîsa li vê derê rûnim. Ji xwe ev 3 salin ez najim. Ew min bi kujin jî, ezê  li vê derê bim. Kesên em qetil kirin bigirin.”   HEMAN BÛYER DU DOSYA   Ferît Şenyaşar jî, da zanîn ku biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan a walîtiyê, tenê ji bo wan derbasdare û wiha bilêv kir: “Em daxwazname daye dozger. Em li benda encamê ne. Têkoşîna me dewam dike. Em rastî hemû mûameleyên xirab tên. Bûyer bi hev re girêdayî ye. Bersûc heman kesin, lê dosye kirine du dosye.   'A PÊWÎSTE BIKIN’   Şenyaşar, dest nîşan kir li holê komkujiyek heye û wiha got: “Dozger ji me re gotibû, ‘Me 23 kes tespît kirin.’ Wê demê ya pêwîst bikin. Ma hûn li benda çi ne?”    ‘JI BO PIŞTGIRIYÊ EM AMADE NE’   Pisporê Xizmeta Civakî yê TÎHV’ê Mûstafa Altitop ê cihê xwe di şandeyê de girt jî, qala armanca serdana xwe kir û wiha got: “Ji bo piştevaniyê em hatine vê derê. Em hêvî dikin ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de, tişta ji destê me bê emê bikin. Em amadene, piştriya we bikin.”