2 endamên SGDF’ê hatin berdan 2021-04-08 14:58:26   ENQERE - Di doza xwendekarên ku endamên SGDF’ê dihatin darizandin de Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz hatin berdan û dadgehê biryara berdewama girtinê ya Okan Danaci da.    Danişîna doza ewil a Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) xwendekar Okan Danaci, Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî tên darizandin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de Parlementerên HDP’ê Alî Kenanoglû, Mûrad Çepnî û gelek nûnerên ciwanan beşdarî danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyan xwendekaran bi rêya SEGBÎS’ê parastinên xwe kirin. Xwendekaran sûcdariyên li wan dihatin kirin qebûl nekirin û xwestin bên berdan. Piştî parastina xwendekaran parêzerên wan jî parastina wan kirin û xwestin xwendekar bên berdan.    Piştî navbereke kurt şandeya dadgehê Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz bi biryara qedexeya derveyî welat û şertê kontrola edlî serbest berdan û biryara berdewamkirina girtina Okan Danaci da. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 25’ê hezîranê kir.