‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e' 2021-04-09 09:00:44 ENQERE - AKP'ê derbarê tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan de qanûneke nû berpêşî Meclîsê kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser qanûna navborî û destnîşan kir ku dijî Qanûna Bingehîn, DMME û Pîvanên Nelson Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ne û dê ev nepeniya jiyana taybet binpê bike.  AKP'ê qanûnek nû berpêşî Meclîsê kir. Li gor vê qanûnê dê name û hevdîtinên girtiyan bên tomarkirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, qanûna navbirî nirxand û got: "Bi awayekî wisa hatiye nivîsîn ku ji bo bala kesî nekişîne. Gava em li hinceta wê mêze dikin, tê gotin sererastkirineke qanûnî ye û li gor pêdiviyê hatiye amadekirin. Yanî hinceteke berbiçav jî tune ye."    ‘BINPÊKIRINA MAFAN'    Turkdogan, pergala nameya elektronîk a girtîgehan, di warê hiqûqî de de dijî nepeniya jiyana taybet e û got: "Dibe ku mirov wisa bifikirin; em sûdê ji derfetên teknolojiyê digirin. Lê divê em ji bîr nekin, name taybetiya kes e. Belgeyek e ku fikir û hestên xwe yên taybet dinivîse. Li gor xala 20'emîn a Qanûna Bingehîn, divê jiyana taybet û daneyên şexsî bên parastin. Di xala 8'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, mafê rêza ji bo jiyana taybet heye. Ê bi vî awayî girtî tim bên şopandin. Ê ev qanûn dijî mafên kesan be. Lewma divê cardin di ber çavan re bê derbaskirin."    Turkdogan, destnîşan kir ku tomarkirina hevdîtinan jî dijî Pîvanên Nelson Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ye û got: "Hikmek wisa heye; dê tomarkirin li odeya hevdîtinê bê kirin û wê salekê bê veşartin. Ev jî dijî mafê jiyana taybet û nepenia parastina daneyên şexsî ye. Mafê her kesî ye li girtîgehê hevdîtinê bi hevjîna xwe, zarokên xwe, xwişk û birayên xwe û bi dê û bavên xwe re bike. Lê tomarkirina van hevdîtinan ne rast e. Mafên girtiyan hene. Mafên wan ên bên parastin hene."    Turkdogan, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze tevahiya civakê têxe bin kontrola xwe. Turkdogan, bilêv kir ku li girtîgehan hejmara girtiyên edlî zêdetir e, lewma divê girtiyên edlî li ber vê qanûnê bêdeng nemînin û divê tavil ev teklîf bê betalkirin.