Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan' 2021-04-09 09:00:56 WAN - 8 karkerên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistibûn, serî li AYM'ê dabûn. Piştî ku AYM'ê biryara "binpêkirina mafan" da, dadgeha herêmî jî biryar da ku karker vegerin ser karê xwe.  Wezareta Karên Navxweyî di sala 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kiribû. Qeyûm jî karker Tûrgût Tamaç, Ahmet Berge, Nazîf Kesercî, Ramazan açik, Kerem Aslan, Reşît Ûrar, Kemal Çelebî û Hivzillah Akti ji kar derxistibûn. Her 8 karker piştî ji kar hatibûn derxistin serî li Dadgeha Kar a Wanê dabûn. Lê belê dadgehê serlêdana karkeran red kiribû. Piştî vê karker bi rêya parêzerên xwe Tûran Ece serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê dabûn. Daîreya Hiqûqê ya 6'an a Dadgehê jî li gor biryara herêmî tevgeriyabû û serlêdana karkeran red kiribû.    Karkerên ku serlêdana wan hatibû redkirin bi hinceta "binpêkirina darizandina adil" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê biryara xwe ya derbarê serlêdana karkeran de aşkere kir û diyar kir ku ya hatiye kirin "binpêkirina mafan" e. Piştî biryara AYM'ê Dadgeha Kar a 2'yan a Wanê jî dosyeya cardin nirxand û biryar da ku her 8 karker vegerin ser karên xwe.    MA / Mujdat Can