Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê' 2021-04-09 09:00:58 MÊRSÎN - Adem Bagiş ku ji ber sedemên siyasî çûye derveyî welêt, polîsan di mehekê de 5 caran avêtiye ser mala wî. ÎHD û OHD'ê jî diyar kirin ku di demên dawî de serlêdanên bi vî rengî zêde bûne û vê yekê wekî "polîtîkaya tepisandinê" nirxandin.  Li Mêrsînê zext û zoriyên li ser malbatên kurd didomin. Bi taybetî jî polîsan davêjin ser malên kesên ku ji ber sedemên polîtîk ji bêgavî diçin derveyî welêt. Yek ji van malbatn jî malbata Bagiş e. Malbata Bagiş, li navçeya Akdenîzê dimîne. Ferdê malbatê Adem Bagiş, ji ber cezayê ku lê hatiye birîn 3 sal berê ji bêgavî çûyer derveyî welêt. Lê dîsa jî polîs davêjin ser mala wî.    Ferhat Bagiş, diyar kir ku sê salên dawî polîsan gelek caran avêtiye ser ala wan û li birayê wî pirsîne û got: "Gelek caran hatin, li birayê min pirsîn. Di meha Adarê de 5 caran avêtin ser mala me. Me ji wan re got, li derveyî welêt e, lê belê gotin heya 'em wî zevt nekin em ê werin.' Bi vî awayî tahdeyeke derûnî li malbata me dikin."    SERLÊDAN ZÊDE BÛNE   Hevserokê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku di demên dawî de gelek kes ji ber van sedeman serî li komeleyê didin. Demîr got: "Polîs dibêjin ev tiştekî rûtîn e. Di nêz de kesek hat serî li komeleyê da. Gotî polîsan ew revandiye û jê re gotine heger bi wan re bixebite dê TIR'ekê jê re bistînin û aliyê wî bikin. Me jî pêwendî bi polîsan re danî, lê li xwe mikur nehatin. Gotin, wan tiştekî wisa nekirie. Me jî got, 'Madem we nekiriye, nexwe ji xeynî we hin pergalên îllegal hene û tiştên wiha dikin. Heger dilê we û pêşîlêgirtina sûc hebe, nexwe aşkere bikin. Ê nikaribin bi awayekî wêre tevbgerin.'"    POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ê Şaxa Mêrsînê Hoşyar sariyildiz jî anî ziman ku gelek kes ji ber heman tiştî serî li komeleya wa jî didin. Sariyildiz, bilêv kir ku ya tê kirin poltîkaya tepisandinê ye û bang li malbatan kir ku ji ber zext û zoriyên bi vî rengî serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.    MA / Omer Akin