Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje 2021-04-09 09:01:00 ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan dan û gotin: "Heger li ser gotina xwe be û dilsoz be, bila her tiştî yek bi yek ji raya giştî re bibêje."  Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan di 6'ê Nîsanê de, di Kongreya Yekemîn a Asayî ya Şirnexê de axivîbû û gotibû, "Roboskî li benda edaletê ye. Welatiyên me yên ku li Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan li benda edaletê ne. Kesî ji wan lêborîn nexwest. Em naxwazin dayikên bihêsir bibînin."    Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî Babacan dan û destnîşan kirin ku heger Alî Babacan dilsoz be bila rastiyê bi raya giştî re parve bike.    'MA EV KOMKUJÎ WÊ BI LÊBORÎNÊ BÊ JIBÎRKIRIN?'   Halîme Encu ku kurê wê Serhat Encu di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku Babacan di gotina xwe de ne dilsoz e û bang li Babacan kir ku rastiyê bibêje û got: "Li ser komkujiya Roboskiyê 9 sal derbas bûn, lê hê jî kujeran hesab nedye. Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan di kongreya Şirnexê de axivî û got, pêwîste dewlet ji malbatên Roboskiyê lêborînê bixwaze. Em jî li vir ji Alî Babacan dipirsin, gelo hûn çima lêborîna xwe naxwazin? Heger ew di gotina xwe de dilsoz bûna, belbî heya niha edelet hatibûna Roboskiyê. Dema ku Alî Babacan li cem îqtîdarê cih digirt, çima wisa ne diaxivî? Çima wî ji malbatên Roboskiyê lêborîn nexwest? Çima wê demê ev tişt neanî ziman? Bila destê xwe deyne li ser wijdana xwe û tiştên ku dizane bi raya giştî re parve bike. Ev tişta ku ew îro dikin şerm e û nayê qebûlkirin. 9 sal derbas bûn, lê hê jî êşa me wekî duh e. Bila li ser zarokên me siyaseta xwe ya qirêj nedin meşandin û bila rastiyan biaxivin. Bila Davutoglî jî destê xwe deyne li ser wijdana xwe û biaxive. Bila kujerên vê buyerê vebêjin. Kesên ku ji me lêborîn nexwestin, bila ji tu kesî jî nexwazin. Ma ev komkujî wê bi lêborînê bê jibîrkirin? Bila rastiyê bêjin. Em edeletê dixwazin."   'BILA YEK BI YEK BIBÊJIN'   Xezal Encu jî ku kurê wê Cemal Encû di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî gotina Babacan da û bilêv kir ku ew ne lêborînê, ew edeletê dixwazin. Dayik Encu got: "Dema ku komkujiya Roboskiyê pêk hatî Alî Babacan jî li gel hikûmetê bû. Alî Babacan dema ku li gel hikûmetê cih digirt, çima wê demê wisa xeber nedida? Ew niha doza çi dike? Armanca wan ew e ku bi vê siyasetê rayên gelê kurd bistînin. Heger ew gotin ji dil be, wê çaxê bila li ser gotina xwe bisekine. Bila ew gotin ne tenê li Şirnexê bimîne. Heger piçekî jî di vê gotina xwe de dilsoz be, bila li her deverê Tirkiyeyê vê bîne ziman. Bila li her derê kirinên AKP'ê ji gel re vebêje. Em gelek pê kêfxweş nebûn ku ji bo 50 TL'yan zarokên me bên kuştin? Ev sala 9'ê ye malbatên Roboskiyê edeletê dixwazin. Heya em saxbin em ê bibêjin edelet. Bila li ser zarokên me siyasetê nekin. Heger di gotina xwe de dilsoz bin, bila her tiştî bibêjin. Çi qewimiye bila yek bi yek bibêjin. Dema ku wisa kirin em ê wê demê ji wan bawer bikin. Lê ew jî dizanin ku heta edelet neyê Roboskiyê naçe tu deran."   'BILA BI VAN GOTINAN ME NEXAPÎNIN'   Kadriye Encu jî ku kurê wê Hamza Encu jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku wê demê Babacan jî berpirsyarek bûye û got: "9 sal derbas bûn, hê jî dewlet deriyê me venekiriye. Carekî negotin, 'Ev 34 ciwan çawa mirin?' Kesên ku wê demê zarokên me bi navê 'terorîst' îlan kirin bila îro ji me lêborînê nexwazin. Bes nebû ku wan zarokên me qetil kirin, wan em girtin û doz li ser me vekirin. Nabêjin me zarokên wan qetilkirin pêwîste ku em xwe bidin efûkirin, lê zilma xwe zêdetir dikin. Li ser komkujiya Roboskiyê 9 sal derbas bûn, lê birîne me hê jî wek roja ewil e. Em 34 ciwanan tu caî ji bîr nakin. Kê ew ferman da bila Alî Babacan wê bibêje. Heta ku edelet neyê em ê lêborîna wan nexwazin û ne jî qebûl bikin. Mirovê ku zilmê dike bila kes baweriya xwe pê neyine. Her me dikujin, her me digirin û her me sucdar dikin. Bila bi van gotinan ne xwe û ne jî me bixapînin. Heya emrê min hebe ez ê ne tiştê ku wan aniye serê me û ne jî zilma wan ji bîr bikim."    MA / Zeynep Dûrgût