Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin 2021-04-09 10:20:46 AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran hewldanên girtina HDP’ê nirxand û wiha got: “Divê em li dor HDP’a ku alternatîfa me ye siyaset bikin, têbikoşin û destûr nedin ku were girtin.”   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtinê derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê vekiribû, îdianame amadekiribû û pêşkeşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kiribû. Lijneya Giştî ya AYM’ê jî  piştî lêkolîna ewil di 31’ê adarê de îdianame ji aliyê ûsûlê ve îade kiribû. Di îdianameya hatibû amadekirin de ji xeynî daxwaza girtinê hevserokên partiyê yên niha û kevin jî di nav de derbarê 687 partiyiyan de 5 salan qedexeya siyasî dihat xwestin. Piştî ku îdianame hat vegerindin hin nirxandinên weke “AYM’ê nîşan da ku tu heqîqeta îdianameyê nîne” hatin kirin. Zextên girtina HDP’ê bidomin jî lê gelek aliyên civakê li dijî hewldana girtinê nerazîbûna xwe nîşan didin. Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran têkildarî hewldanên girtina HDP’ê ji ajansa me re axivî.   BERXWEDAN TÊ QÎRKIRIN   Taşkiran diyar kir ku desthilat li dijî qeyrana civakî, siyasal û aborî bi binçavkirin û girtinan dixwaze zextê li hêzên demokratîk ên şoreşger bike û êdî Rewşa Awarte (OHAL) bûye teşeyekî rêveberiyê. Taşkiran bal kişand ser tabloya ku pergalê li welat afirandiye û wiha got: “Asta ku desthilat hatiye eww ku kî dengê xwe derxîne mekanîzmaya zordariyê ferz dike. Tehamula wan nîne ku kes xwe îfade bike. Qeyraneke pir kûr heye. Her ku diçe jî têkoşîna girseyî zêdetir xwe diyar dike. Ev yek di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û Newrozê de bi awayekî aşkera derket holê. Jin û ciwanan ji qadan gotin ‘em hene, teslîm nebûn, em ê li berxwe bidin û azadiyê dixwazin’. Jin û ciwan roja xwe dilîzin. Me rola ciwana li berxwedana Bogazîçiyê de jî dît.”   ‘DIVÊ EM DESTÛR NEDIN’   Taşkiran da zanîn ku HDP di siyaseta welat de ji kedkar, karker, gelan û hêzên demokrasiyê re alternatîfeke û wiha got: “Ji ber alternatîfbûna HDP’ê ewqas endam û rêveberên wê û hêzên demokrasiyê yên dora wê bûne yek digirin û hewl didin ku partiyê bigirin. Divê em li dor HDP’a alternatîfa me siyaset bikin, têbikoşin û destûr nedin ku were girtin. Ew rewşeke gelek xeternak e. Ji bo ku HDP’ê bigirin wê her tiştî bikin.” Taşkiran anî ziman ku Newroz ji bo niqaşên girtina HDP’ê bû bersiveke gelek baş û got: “Îdianameya girtina HDP’ê hat îadekirin lê heke em tênekoşin, wê hewl bidin HDP’ê bigirin.”   ‘JI GIRTINÊ RE DENGÊ XWE DERNAXÎNIN’   Taşkiran da zanîn ku CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya ÎYÎ ji hewldana girtina HDP’ê re dengê xwe dernaxînin, xemsar tevdigerin û wiha domand: “Partiyên din jî piştevaniya êrîşên ser HDP’ê dikin. Hewl didin ku bi girtina HDP’ê wê valahiyê dagirin. Dixwazin di meseleya bekaya dewletê de cih bigirin.”   Taşkiran li dijî hewldana girtina HDP’ê sekna parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû mînak nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em em bixwazin têbikoşin û li ber xwe bidin divê em li sekna Gergerlîoglû binerin. Rola me ewe ku eniya sêyemîn xurt bikin û mezin bikin.”   MA / Ergîn Çaglar