Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn 2021-04-09 12:02:10 AMED - Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya diyar kir ku pêketiyên li heremê li gorî dema berê 6 qat zêde bûne, servîsên nexweşxaneyan careke din hatine vekirin û ji bo sînordarkirinê li benda meha Remezanê nehata sekinandin.    Piştî ku di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de hikumetê di 1’ê adarê de pêvajoya “asayîbûnê” da destpêkirin hejmara pêketiyên şewbê zêde bûn. Tirkiye bi hejmara 50 hezar pêketiyan li Ewropayê derket rêza yekemîn. Endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya anî ziman ku rewşa niha ya welat hişyariyê dide û ji bo sînordarkirinê jî li bendemayîna meha Remezanê jî rexne kir.   Yerlîkaya da zanîn ku pevajoya “asayîbûnê” ya di 1’ê adarê de ket meriyetê careke din jî bû sedemê zêdebûna pêketiyên koronayê û wiha got: “Ev fîlm me careke din jî ditîbû. Di 1’ê Hezîrana 2020’an de bergirî gelek zû rakirin. Di encama vê de di mehên havînê de hejmara pêketiyan gelek zêde bû. Bi biryarên 1’ê adarê hatin girtin jî em heman pêvajoyê re rûbirû mane. Hin bergirî zû rakirin. Gavên ku ast bi ast divê bihatana avêtin lê neavêtin. Ji duh ve em li Ewropayê di rêza yekemîn de ne. Hejmara 50 hezar pêketiyan ew e ku yên guncav dibînin eşkere bikin. Ev hejmar çiqas rast in em nizanin.”   ALARM DIDE   Yerlîkaya bi bîr xist ku di daneyên vîrûsa koronayê yên herî dawî de 276 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: “Em bi rewşeke gelek cidî re rûbirû ne. Niha Tirkiye hişyariyê dide. Li bajarên heremê zêdebûneke berbiçav heye. Dema em bi dema beriya niha re bidin ber hev 4 û 6 qatan pêketî zêde bûne. Em negihîştine asta mehên havînê. Lê wisa berdewam bike mixabin em ê careke din rewşa 1’ê hezîranê re rûbirû bimînin û bedelan bidin.”   LI HEREMÊ DERZÎ KIRIN KÊM E   Yerlîkaya diyar kir ku li Tirkiyeyê 17 milyon mirov hatine derzîkirin û wiha domand: “Pêvajoya derzîkirinê gelek hêdî dimeşe. Rêjeya derzîkirinê ya li heremê kêm e. Bernameyeke derzîkirinê ku baweriyê bide civakê bi rê ve nabin. Kesên ku divê bên derzîkirin tenê ji sedî 55 hatine derzîkirin. Ji bo ev nexweşiya belav dibe ji holê bê rakirin derzî amûreke gelek baş e. Ji ber vê yekê kesên dora wan a derzîkirinê tê divê teqez derzî bibin.”   Yerlîkaya ji bo sînordarkirinê jî li bendemayîna meha Remezanê jî rexne kir û wiha got: “Divê biryarên sînordarkirinê li gorî bernameyekê hatibûna kirin. Ji xeynî cihên hilberînê yên ku pêdivî pê heyî divê hemû cih hatibûna girtin. Divê AVM bên girtin û hejmara dolmîş û otobûsên nav bajêr bên zêdekirin. Divê şertên mirovan ên ku bi komî tên ba hev ji holê bên rakirin. Alîkariya civakî û aborî li xelkê xizan bê kirin.”   MA / Cahît Ozbek