Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin 2021-04-09 15:12:12 HATAY - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşiya nelirêtiyan nikare bê girtin û wiha got: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Birêz Ocalan e.”    Hevdîtinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ên li herêma Çûkûrovayê ku bi şîara "Lidijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin" didomin di roja 5'an de li Hatayê berdewam kirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, endamên Meclîsa HDP’ê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyên Hatayê jî tevlî hevdîtinên hevserokên KCD'ê û DBP'ê bûn. Heyetê destpêkê li avahiya HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê bi gel re civînek kir. . Gelek welatî beşdarî civînê bûn.   ‘HÛN BI KUŞTINÊ NIKARIN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’   Di civînê de ewil Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, diyar kir ku Tirkiye û kurd di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Pêkanînên ku li Kurdistanê tên birêvebirin û pergala li Tirkiyeyê pergaleke faşîst e. Li dijî pirsgirêka kurd polîtîkayên şer xistine meriyetê. Ji bo ku kurdan tasfiye bikin hemû derfet xistin meriyetê. Xwestin di demekî kurt de kurdan biqedînin. Hûn nikarin pirsgirêka kurd bi kuştinê û bi çekan çareser bikin.”   ‘HDP’Ê DESTHILATIYA WAN HEJAND’   Ozturk, da zanîn ku Hatay bajarekî dîrokî û kozmopolit e û wiha berdewam kir: “Dixwazin vir perçe bikin. Faşîzm herî zêde dixwaze rêxistinkirina gel perçe bike. AKP û MHP ji bilî xwe kesekî/e din qebûl nake. Beriya niha jî li ser gelê kurd polîtîkayên şer ên qirêj hatin birêvebirin. Lê di van 6 salên dawî de veguhestin asteke din. HDP’ê desthilatiya wan hejand. Ji ber wê yekê evqas êrîşî HDP’ê dikin.”   ‘GEL TECRÎD DIKIN’   Oztuk, destnîşan kir ku li gel polîtîkayên şer jî gelê kurd dest ji daxwazên xwe bernedaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel li dijî van êrîşan vîna xwe xurttir kir. Kurdan xwest vê pirsgirêkê ne bi şer bi diyalogê çareser bikin. Tenê birêz Ocalan tecrîd nakin, gel jî tecrîd dikin. Em tecrîdê qebûl nakin. Kesên dibêjin me kurd qedandin bila li pîrozbahiyên Newrozê binerin. Gel dest ji xwestekên xwe berneda û di van pîrozbahiyan de daxwazên xwe xurttir anîn ziman.”   ‘WÊ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEBE’   Ozturk, bal kişand ser qeyrana aboriye ya li Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gel di xema van de nîne tenê pêşeroja xwe difikirin. Pêşeroja Tirkiyeyê nefiroşin Amerîka û Ewropayê. Dest ji gefa berdin werin em bi hev re pirsgirêka kurd çareser bikin. Pirsgirêka kurd çareser bibe wê pêşiya Tirkiyeyê vebe. Muxatabê vê jî Birêz Ocalan e.”   ‘EV DESTHILAT RIZÎ YE’   Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku pevajoya çareseriyê pêvajoyeke ku hêvî û ronahiya Tirkiyeyê bûye û wiha got: “Du salan em pêvajoyeke wisa jiyan. Lê desthilata AKP’ê û MHP’ê daxwazên gel ên aştî, edalet û azadiyê paşguh kirin û pêvajoya aştî û diyalogê bi dawî kirin û starta şer dan. Kurd, gel û rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî pergala faşist têdikoşin. Îro xwe çiqas bi hêz nîşan bidin jî lêgerîna me ya heqîqetê ji ya wan qat bi qat zêdetir e. Ev desthilat riziye û qirêj bûye.”   ‘TECRÎDÊ TIRKIYE DÎL GIRTIYE’   Bayindir, da zanîn ku AKP pereyê gel dide şer û alîgirên xwe û ev tişt got: “Lê gel bi birçîbûnê re rûbirû ye. Heke hûn pirsgirêka kurd çareser nekin hûn nikarin bikevin pêş dizî, rîzîbûn û nelirêtiyê. Muxatabê pirsgirêka kurd jî Birêz Ocalan e. Tecrîda li Îmraliyê li gelan û li Tirkiyeyê tê sepandin. Pergala tecrîd û qeyûmê Tirkiye rehîn girtî ye.”    ‘NIKARIN HEQÎQETÊ BI QEDINÎN’   Bayindir, qala polîtîkayên ku li ser HDP’ê tên meşandin jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu rê û rêbaz neman ku ser HDP’ê ne ceribandin. Ev 6 sal in siyaseteke derveyî mirovahiyê tê birêvebirin. Lê HDP’ê ev polîtîkayên desthilatê vala derxistin. Ji ber vê yekê doza girtinê kirin rojev. HDP fikriyata xwe ya rêya sêyemîn bibiryar didomîne. Doza girtinên dozeke ku ji bo pêşeroja xwe xelas bikin avêtiye holê ye. Lê em serbilind in. HDP tenê ji avahiyan pêk nayê. Li pişt wê bi milyonan welatiyên ku heqîqetê diparêzin hene. Çi bikin jî nikarin vê heqîqetê biqedînin.”    Bayindir, xwest ku li dijî polîtîkayên tên birêvebirin divê gel mil bide hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “An dê heqîqet, azadî, wekhevî, edalet û aştî qezenç bike an jî navnîşana nelirêtî, jiyana bêesil, dizî, rizîbûyînên AKP û MHP wê qezenç bike. Lê yên ku serbikevin dê bibin em ên winda bikin jî dê bibin desthilata faşist a AKP’ê û MHP’ê.”   Şande piştî civînê derbasî navçeya Dortyolê ya Hatayê bû.