Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn 2021-04-09 16:21:53   AMED - 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê,  6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Fadil Bedîrhanoglû birî.    Ji ber xebatên ku di navbera salên 2010 û 2011'an de li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kiribûn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Hevberdevkê berê yê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû hatibû vekirin. danişîna biryarê ya Bedîrhanoglû li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Bedîrhanoglû beşdar nebû de parêzera wî Payîz Aşkin Akyureklî lê amade bû. Di danişînê de dozger mutaalaya xwe ya bi daxwaza dayîna ceza dubare kir.    DAXWAZA BERAETÊ   Parêzerê Bedîrhanoglû Akyureklî, parastina muwekîle xwe kir û da zanîn ku KCD ne dezgeheke derveyî qanûnan e û bi bîr xist ku dema xebatên makeqanûnê ji bo ku nêrînê wê bê hînkirin, rêveberên wê ji bo meclîsê hatine vexwendin. Piştî vê parastinê Akyureklî, beraeta muwekîlê xwe xwest.    CEZAYÊ HEFSÊ   Şandeya Dadgehê, parastina parêzerê Bedîrhanoglû qebûl nekir û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Bedîrhanoglû.     ‘HIQÛQEKE WISA NABE’   Bedîrhanoglû, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ne gengaze ku mirov dewletê fêm bike. Dema gotin û behs dibin kurd hûn tiştekî nekin jî xebatên we yên siyasî îllegal dikin û ceza didin. Hiqûqeke wisa nabe. Ev tenê biryareke siyasî ye. Min heta niha di bingeha qanûnî de xebatên siyasî bi rê ve birine.”