ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-10 09:00:28   * Rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên ji ber nûçeyên îşkenceya helîkopterê hatibûn girtin û piştî 6 mehan hatin berdan diyar kirin ku ew ê her rastiyan derxin holê û gotin: “Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in.”    * Li Wanê mexdûrên erdhejê 10 sal in di konteyneran de ne. Mexdûran anî ziman ku sozên hatin dayîn, hatine jibîrkirin.    * Kesên teqawidbûyî ku ji ber krîza aborî ji bêgavî di hin karên din de dixebitin, destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê û rêxistinbûyînê pêkan e.    * Li Rihayê Mehmet Başkûrtê ku bi salan e datliyan çêdike, anî ziman ku ji ber krîza aborî êdî datlî jî ji bo welatiyan bûne tiştekî "luks".    * Girtîgeha Wanê pirtûka "Gorucu-Bolucu Hikayeler" a rojnamevan Oktay Candemîr, bi hinceta "ji bo ewleyiya cemaweriyê xetere ye" neda girtî.    * Rêvebirê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç, ji bo kampanyaya zimanê kurdî bang kir: "Madem ziman hebûna me ye, nexwe ji bo hebûna me îmzeyeke deyne bin kampanyayê."    * Aborîzan Aydin Ari, anî ziman ku heya pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin dê rewşa aboriyê jî baş nebe û got: "Civak bi hewldaneke ji bo çareserkirina kurdî dikare pêşerojekê ava bike."    * Li Rişmilê, dê di bin navê "veguherinadina bajêr" de malên hin welatiyan bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku koçberî û deyndarî li wan tê ferzkirin û bang li rayedaran kirin: "Em ji cihê xwe razî ne, bila têkelî me nebin."    * Dilxwazên Piştevaniya Şîşlî Etfalê anîn ziman ku xizmeta tenduristiyê ya bi salan a Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Şîşlî Etfalê berpêşî rantê tê kirin û xwestin nexweşxane li cihê xwe yê berê bê çêkirin.   *Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar wê di roja 33'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.    * Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 837’emîn de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 635'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê di hefteya 344'emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi vîdoyek dê çalakiya xwe li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 472'yemîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî dê li dar bixe. (13.30)   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li Amed û Wanê meş li dar bixin. (13.00)   * Şandeya KCD'ê û DBP'ê û parlamenterên HDP'ê wê li Edeneyê serdanên xwe bidomînin û bi gel re werin cem hev. (18.00- 21.00)