Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne 2021-04-10 09:00:38 WAN - Li Wanê mexdûrên erdhejê 10 sal in di konteyneran de ne. Mexdûran anî ziman ku sozên hatin dayîn, hatine jibîrkirin.  Li Wanê di 23'yê Cotmeha 2011'an de erdhej çêbûbû. Di erdhejê de bi hezaran avahî xera bûbûn û bi hezaran jê jî texrîb bûbûn. Kesên avahiyên wan xera bûbûn û texrîb bûbûn hin jê li eraziyê li hemberî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê di konteyneran de hatibûn bicihkirin. Piştî wextekê gelek malbat ji konteyneran derketin, lê belê 6 malbatên rewşa wan a aborî nebaş e, hîn jî di konteyneran de ne.    Hasarlı konteynerlarda kimi zaman elektriksiz ve susuz yaşam mücadelesi veren aileler, kendilerine daha önce verilen ev sözünün yerine getirilmesi beklentisinde.    Aydilşah Demîrhan ku tevî zarokek xwe di konteynerê de dimîne, konteynera jihevketî nîşan da û got: "Em nikarin debara xwe bikin. Roj heye em birçî dimînin. Roj heye jî em zikê xwe bi nanê tisî têr dikin. Kes nayê li halê me napirse. Cihekî em pê de biçin jî tune ye."    Demîrhan, diyar kir ku car heye ceryana wan û ava wan jî tê birîn û ji neçarî diçin avê ji deverine din dikişînin. Demîrhan got: "Mişkan bi ser konteynerê de girt. Ji ber mişkan em nikarin di hundir de bimînin. Tenê doza xaniyekî dikim. Me ji bo xênî serî li TOKÎ'yê da lê ji me re derneket. Kurê min nexweş e. Nikarim lê miqate bim. Ez jî nexweş im."    'TENÊ TÊN RAYA DIXWAZIN'    Hasret Dûran jî tevî hevjînê xwe û zarokê xwe di konteynerê de dimîne.    Dûran, bilêv kir ku zivistana bajêr dijwar e û car heye sê mehan bê ceryan dimînin. Dûran, anî ziman ku hevjînê wê nexweş e û nikare bixebite û ê wê jî nigê wê diêşe û emeliyat bûye. Dûran, diyar kir ku debara xwe tenê bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê dikin.    Dûran, anî ziman ku tenê doza xênî dikin û got: "Wekî din em tiştekî naxwazin. Zivistanê pir zehmet e. BNexasim jî gava ceryan diçe, em nikarin tiştekî jî bikin. Meaşê teqawidbûyînê yê hevjînê min 800 TL ye. Têra me nake. Kes halê me nabîne. Rayedar tên dipirsin, lê tiştekî nakin. Tenê tên raya dixwazin. Piştî hilbijartinê hew tên."    MA / Bariş Donmez