Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê 2021-04-10 09:00:42 WAN - Girtîgeha Wanê pirtûka "Gorucu-Bolucu Hikayeler" a rojnamevan Oktay Candemîr, bi hinceta "ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye" neda girtî.  Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgeha Wanê, pirtûka "Gorucu-Bolucu Hikayeler" a rojnamevan Oktay Candemîr, neda girtî. Desteya Perwerdehiyê, bi hinceta "nûçe, wêne û şîroveyên mustehcen tê de ne û ji bo ewleyiya cemaweriyê xetere ye" pirtûk neda girtî.    Desteyê, di hinceta xwe de gotiye: "Pirtûk ji 17 çîrokan pêk tê. 14 jê ji bûyerên rasteqîn û 3 jê jî ji yên sêwirandî pêk tên. Çîrok bi zimanekî mizahî hatine vegotin. Di hundirê pirtûkê de bi zimanekî mîzahî hatiye diyarkirin ku Komara Tirkiyeyê di salên 90'î de qaşo tahde li kurdan kiriye û bi vî awayî peywirdarên Komara Tirkiyeyê hatine reşkirin..."    Her wiha desteyê di berdewama hinceta xwe de îdia kiriye ku pirtûk dê dê zrarê bide ewleyiya cemaweriyê û dîsîplînê û gotiye: "Nûçe, wêne û şîroveyên mustehcen tê de ne û ji bo ewleyiya cemaweriyê xetere ye. Lewma bi biryara desteya perwerdehiyê tu weşanên bi vî rengî li saziyê nayên qebûlkirin."    Desteyê biryara daye ku pirtûk di depoya amûran de bê parastin.    Rojnamevan Candemîr biryara girtîgehê nirxan. Candemîr, anî ziman ku pirtûk serdemeke welêt ronî dike û got: "Piraniya tiştên di pirtûkê de rast in, lê belê di warê dewletêd e hîn jî travmaya fîlmê 'Geceyarisi Ekspresi' didome. Candemîr got: "Kesên pirsgirêkên di pirtûkê de tên gortin çareser nakin, radibin kesên behs dikin ceza dikin. Helbet dê tiştên qewimîne bên tomarkirin. Wer xuya ye dewlet dixwaze em her tiştî ji bîr bikin. Lewma biryara heyî biryareke komîk e."