Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê 2021-04-10 09:00:45 STENBOL - Dilxwazên Piştevaniya Şîşlî Etfalê anîn ziman ku xizmeta tenduristiyê ya bi salan a Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Şîşlî Etfalê berpêşî rantê tê kirin û xwestin nexweşxane li cihê xwe yê berê bê çêkirin. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Etfalê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê ku di sala 1899'an de hatiye çêkirin, 122 sal in bênavber di warê xizmeta tenduristiyê de dixebite. Niha bi hinceta ku li himberî erdhejê bê têkûzkirin, dê bê dabeşkirin. Dê beşek wê bibin Seyrantepeyê û beşek wê jî bibin Sariyerê. Lê belê şêniyên herêmê di warê aqûbeta nexweşxaneyê de diqilqilin. Ji bo li cihê xwe bê çêkirin, kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin û ji xeynî kampanyayê li baxçeyê nexweşxaneyê jî bi daxuyaniyên çapemeniyê daxwazên xwe tînin ziman.    Dilxwazê Piştevaniya Şîşlî Etfalê Suleyman Karan, anî ziman ku li navçeyê dimîne û bi salan diçe vê nexweşxaneyê. Karan, bibîr xist ku Etfal nexweşxaneya weqfê ye û nexweşxaneya herî kevin a Stenbolê ye. Karan got: "Di dema Osmaniyan de bi rêya weqfê hatiye avakirin. Lê em ditirsin polîtîkayên neo-lîberal ên îqtidara niha wê pêşkêşî hin kesan bike." Karan, destnîşan kir ku îqtidarê ji êtimxaneya nexweşxaneyê bigihere hemû heyînên wê pêşkêşî sektora taybet kiriye. Karan bang li îqtidarê kir: "Em dixwazin ev nexweşxane li cihê xwe bê çêkirin. Em baş dizani heger tu li cihê wê wê ji nû ve çênekî û bibî cihekî din, ev tê maneya ku tu ê tiştekî pê bikî."    TÊKOŞÎN    Karan got: "Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em baş dizanin ev weqf ji bo malên cemaweriyê neyên talankirin ahatine avakirin. Ê ev têkoşîn neqede. Ji me kesek tenê jî bimîne dê ev têkoşîn dewam bike."    Îepk Denîz jî diyar kir ku 10 salan li nexweşxaneyê xebitiye. Denîz, bilêv kir ku dabeşkirina nexweşxaneyê dê bê wateya qetilkirina xwezayê û got: "Pergalek wisa heye ku bi feraseta şantiyeyê dixebite. Cihê em jê re dibêjin Seyrantepe, li ber stadyûmê ye. Trafîka wir zêde ye. Gava maçek çêbibe, ê mirov çawa biçin nexweşxaneyê. Etfala niha têra mirovan nake, ê bi vî awayî çawa têr bike."    Ê ERAZIYÊ WÊ BÊ PÊŞKÊŞKIRIN   Denîz, bilêv kir ku eraziyê Etfalê eraziyekî baş e û bergeha wê ya jor li kendavê dinêre û got: "Ez dibêm di vir de meseleya rantê heye. Ê ji bo rantê eraziyê vir pêşkeşî hin kesan bikin. Feraseta ku vir xera dike û ya Peymana Stenbolê fesix kir heman feraset e. Lewm dixwazim tenduristkar piştgiriya vê têkoşînê bikin."    PIŞTGIRÎ   Ozgur Kavûşer Vardar jî anî ziman ku bi navê Piştevaniya Etfalê dest bi têkoşînekê kirine û dê tu carî dev ji vê têkoşînê bernedin û got: "Em dixwazin li cihê cih bê çêkirin. Em bang li gelê Stenbolê dikin, em xwedî li nexweşxaneya xwe derdikevin, werin hûn jî aliyê me bike."    MA / Kadîr Guney