Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe 2021-04-10 11:02:04 ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Davut Sînanoglu, ji bo avahiya şaredariyê bifiroşe, avahî da îhaleyê. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin destnişan kir ku qeyûm avahiya şaredrakiyê bi 36 milyon TL daye îhaleyê.  Qeqûmê Cizîrê yê berê ku di 11'ê Îlona 2016'an de tayînî şaredariyê hatibû kirin, dema şaredarî dewir girt, 36 milyon TL pere di qaza şaredariyê de hebû. Lê piştî qeyûm dest bi kar kir, şaredarî bi 220 milyon û 793 hezar TL xist bin deynann. Qeyûm li aliyekî şaredarî xist bin deynan, li aliyê din 12 mal û milkê şaredariyê yê nayê firotin, derxist îhaleyê. Avahî û malê şaredariyê dewrî qeymeqamî û midûriyeta polîsan kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de dîsa Şaredariya Cizîrê qezeç kir û ji destê qeyûm girt. Piştî şaredarî ket destê HDP'ê, Meclîsa Şaredariya Cizîrê bi piraniya dengan di 10'ê Hezîrana 2019’an de biryar girtin ku 12 avahî û saziyên şaredariyê ku qeyûmê berê dewrî qeymeqamî û polîsan kiribû, paşve bistînin. Li ser vê yekê, wezareta Karên Hundir parastin ji 31 endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î xwestin. Bêyî biryara meclîsa şaredariya Cizîrê bi encam bibe, Wezîrê Karên Hundir di 29'ê Cotmeha 2019'an de Qeyqemamê Cizîrê Davut Sinanoglu wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir.    Piştre derket holê ku qeyûmê niha li ser kar avahiya şaredariyê ku qeyûmê berê di sala 2016’an de dewir kiribû, dîsa paşve daye şaredariyê.  Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, têkildarî mijarê agahî da û diyar kir ku qeyûmê niha piştî avahiya şaredariyê paşve stendiye niha ji bo firotinê daye îhaleyê. Zirig da zanîn ku piştî îhaleyê avahiya şaredariyê bi 36 milyon TL firotiye û piştî demekê ji ber sedemek nayê zanîn firotina şaredariyê petal kiriye.    Zirig, anî ziman ku dema şaredarî dewir girtin, gelek mal û milkê şaredariyê hatibû dewirkirin û şaredarî di bin deynan dehatibû hiştin û wiha got: "12 avahiyên Şaredariyê bê pere dewrî qeymeqamî û midûriyeta polîsan kiribûn. Tişta herî balkêş avahiya şaredariyê dewrî qeymeqamiyê kiribûn. Dîsa şaredarî bi 220 milyon TL xistibûn bin deynan. Piraniya pereyên şaredariyê pêşkêşî hevkarên AKP'iyan kiriûn. Piştî em hatin ser ker, me 12 avahiyên ku qeyûm dewir kiribû li gori hiqûq û zagonan paşve xwest. Lê li şûna 12 avahiyan paşve bidin 6 meh şûnde bi darbeyekê qeyûm tayînî şaredariyê kirin."     Zirig, da zanîn piştî qeyûm hat ser şaredariyê avahiya şaredariyê dîsa bi 36 milyon TL avahî derxist îhaleyê û got: "Em dinerin şaredarî heman şaredarî ye, Wezîrê Karên Hundir heman wezîr e. Lê qeyûmu avahiya şaredariyê derdixe îhaleyê. Em dipirsin, li vir qeyûmê berê an qeyûmê niha şaş e? Qeyûm şaş e an em şaş in? Dema mijar dibe şaredariyên HDP'ê rastî jî dibe sûc. Qeyûmê nû hat ser kar jî 3-4 mal û milkên şaredariyê yên nayên firotin ji bo firotinê da îhaleyê. Yek ji vana GAR'a Dolmîşan a Navçeya Cizîrê ye.    DI 6 MEHAN DE 19 LÊPIRSÎN VEKIRIN   Zirig, da zanîn ku piştî şaredarî bi dest xistin, di nava 6 mehan de 19 lêpirsîn li wan hatin vekirin û wiha got: "Hemû lêpirsînên li me hatin vekirin ji ber xizmeta me kiribû li me hat vekirin.    Piştî endamên meclîsa HDP'ê xwest 12 sazî û avahiyên şaredariyê paşve bistînin û biryar girtin, Wezirê Karên Hundir der barê endamên meclîsê de lêpirsîn vekir. Avahiyên ku bûn sedema lêpirsînê wiha ne:     "* Navenda Çandê ya li taxa Nûrê bi 11,917,667.97 TL firotibû Midûriyeta Polîsan.    * Avahiya Xizeta Şaredariyê ya li taxa Şahê, dewrî Qeymeqamê Cizîrê kiribû.    * Mezbaha li taxa Yafesê dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweî kiribû.    * Qada Cumhuriyetê ya li taxa Nurê dewrî midûriyeta polîsan kiribû.    * Qada îtfaiyê ya li taxa Kaleyê dewrî Dozgeriya Komarê kiribûn.    * Qiratxaneya Millet a li taxa Dicleyê dewrî Midûriyeta Perwerdiyê ya Neteweyi kiribû.    * Navenda Zanistê ya li taxa Konakê dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî kiribû.    * Navenda Jinê ya Sitiya Zîn a li taxa Dîcleyê dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî kiribû.    * Mala Şînê û Navenda Jinê ya Nûrê ya li taxa Nurê dewrî Mirûdiyeta Perwerdehiyê ya Netreweyî kiribû.    * QursaKuranê ya Îbnul Cezerî dewrî Muftiya Navçeyê kiribû.    * Rêya li taxa Konakê dewrî Midûriyeta Polîsan kiribû.    * Rêya li taxa Konakê dewrî midûriyeta polisan kir.    MA / Mahmut Ruvanas