Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye! 2021-04-10 12:03:50 AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, pirsa aqûbeta Yilmaz Gumuş ê li Êlihê ji kargeha xwe derket û 28 salin agahî jê nehatiyê girtin kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 635’emîn li ser hesabê xwe yê medya civakî bi weşandina vîdeoyekê li dar xist. Çîroka Yilmaz Gumuş ê ji 21’ê Cotmeha 1993’yan ve agahî jê nayê girtin, di çalakiya vê heftî de, cih girt. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Gumuş vegot.    ‘LI ÊLIHÊ HAT BINÇAVKIRIN’   Yildirim, diyar kir ku ew di hefteya 635’emîn a lêgerîna edaletê de ne û wiha axivî: “Yilmaz Gumuş ê demê 17 salÎ bû. Li navenda Êlihê, di studyoyeke wêneyan de dixebî. Gumuş demek nêz, berî winda bibe ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Êlihê ve tê binçavkirin. Piştî gef lê tên xwarin tê berdan. Gumuş saet 09.00’ê 21’ê Cotmeha 1993’an, ji bo ku wêneyên Dibistana Seretayî ya li Taxa Yeşîltepe bikêşe, ji cihê kar wênekêşiya xwe digire û derdikeve. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Gumuş nayin girtin û 28 salin windaye.”   'YÊN GEF LÊ XWARIN EW REVANDIN’   Yildirim, bal kişand ser axaftina bavê Gumuş Fahettîn Gumuş a ku gotibû, “Kurê min ji aliyê kesên gef li wî xarin ve hat revandin” û wiha got: “Malbatê serî li hemû saziyên fermî dane. Lê ligel hemû hewldanan jî tu encam bi dest nexistin.”