Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin! 2021-04-10 15:47:12   STENBOL - Parêzvanên mafê mirovan xwestin ku girtiya nexweş Fatma Guler a 75 salî her roja ku diçe rewşa wê giran dibe û terkî mirinê tê kirin serbest were berdan.    Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 472’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ser medya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Guler a 75 salî ku li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan tê ragirtin.    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û diyar kir ku Fatma Guler beriya were girtin du caran ji mîdeya xwe emeliyat bûye û di heman demê de nexweşînên astim, tansiyon û kezebê pê re hene.  Yolerî da zanîn ku ji ber şertên girtîgehê rewşa Guler her ku diçe giran dibe û roj bi roj rewşa wê xetere dibe.    Yolerî anî ziman ku girtîgeh ji bo belavbûna koronayê cihek musaîde û girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin.    ‘BILA FATMA GULER TAVILÊ WERE BERDAN’   Yolerî destnîşan kir ku Fatma Guler pir nexweş e û her kêliya di hefsê de dimîne terkî mirinê tê kirin û xwest demildest were berdan. Yolerî xwest tevahiya girtiyên nexweş werin berdan.