Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû 2021-04-10 22:14:27   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê ji bo ku rêveberiya xwe ya nû diyar bike Komcivîna Giştî ya Asayî ya 9'emîn li dar xist.   Baroya Şirnexê ji bo ku rêveberiya xwe ya nû diyar bike Komcivîna Giştî ya Asayî ya 9'emîn li dar xist. Hilbijartina li hêwana konferansê ya otela Şehri-Nuh a li navenda bajêr hat lidarxistin. Li hêwanê pankarta ku wêneyên Tahîr Elçî, Orhan Dogan û Şerafettîn Elçî li ser û nivîsa "Em ê we ji bîr nekin" li ser hta daliqanin.    Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Serokê Baroyê Nuşîrvan Elçî axivî. Elçî, bal kişand ser xebatên ku baroyê kirine û ji bo rêveberiya nû re doza serkeftinê kir.    Pişt re namzetê serokatiya baroyê Kadîr Akgûn axivî. Akgûn, bal kişand li ser pirsgirêkên parêzeran û wiha axivî: "Pirsgirêka ku em di nav de pirsgirêkek pergala Tirkiyeyê ye. Ji ber vê sedemê, rêbaza me ya danûstandina bi pirsgirêkên heyî re divê perspektîfek be ku pirsgirêkên kesane û pîşeyî bi awayekî bingehîn bi hev re bên çareserkirin."    Pişt re namzetê serokatiya baroyê Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, jî bal kişand li ser nêzikatiya li hemberî hiqûqê û wiha got: "Em di pêvajoyeke ku mekanîzmaya darazê tê binpê kirin û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn tên paşguhkirin paşguh kirin re derbas dibin. Di serdemek wiha de, mixabin herî zêde jî em parêzer bi van pêkanînên antî-demokratîk re rû bi rû dimînin. Çalakiyên pîşeyî yên parêzeran tên krîmînalîzekirin û derheqê parêzeran de lêpirsîn tên vekirin. Bi rastî, ev pêvajo wisa bêhemdî tê meşandin ku parêzer ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî rastî tundiyê tên û heta têne kuştin."   Herî dawî namzetê serokatiya baroyê Gurgîn Kadîrhan axivî. Kadîrhan jî bal kişand ser rol û mîsyona parêzeran got: "Li dijî bêhiqûqiyê, helwesteke wêrekî peywira me ya sereke ye. Pêwîste em bizanibin ku em wijdanê civakê ne û kesê ku edeletê jî bîne em in. Ji ber wê dibê em bi vê zanistiyê tebikoşin."   Piştî axaftinan rapora feaîliyetê hat xwendin û pişt re dengdayîn dest pê kir. Di dengdayînê de parêzer Rojhat Dîlsîz 109, Gurgî Kadîrhan 89 deng standin. Parêzer Rojhat Dîlsîz bû serokê baroyê.