ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-11 09:02:32   * Dîroknas Erdogan Aydin, bal kişand ser danezana generalên teqewît û diyar kir ku danezana amîralan şerê navê yê hêzên nava dewletê ye û wiha got: “Ev geşedan dê tifaqên nava dewletê biguherîne."   * Di ser komkujiya li gundê Xirabreşk a navçeya Cizîr a Şirnexê de 28 sal derbas bûn, lê hîn yek kiryar nehatiye darizandin. Derbarê bûyerê de bavê 5 zarokan û hevserê Nesîbe Elgûn, Davut Elgûn axivî û got: "Heta ku dilopek xwîna min hebe, ez ê ji doza xwe gav paşve neavêjim. Heger ez nikaribim ku ez bimeşim jî ez ê bi devê xwe tebikoşim."    * Balafirgeha Sêrtê ku di sala 1998'an de hatiye çêkirin û ji ber kêmasiyên wê bi milyonan TL pere lê hatiye xerckirin, ji ber mijê balafir nikarin xwe lê deynin. Piraniya rêwiyan li balafirgehên bajarên derdorê datên û ji wir jî wan bi mînîbusan tînin bajêr.    * Li Wanê ji ber krîza aborî hema bibêje tu amadekarî û kelecanek ji bo meha Remezanê tune ye. Welatî ne dikarin ji bo sihora ne jî ji bo fitariyê danîstendinê bikin. Welatiyan got: "Ne mehek, em 12 mehan bi rojî ne."    * 11 sal berê van çaxan Rojnamevan Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest dabû. Xwişka wê Mukaddes Alataş anî ziman ku Alataş pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand û got: "Pirî caran wisa difikirim heger Evrîm sax bûna, gelê dê derbarê Roboskiyê, derbarê Kemal Kûrkût de çi binivîsanda."    * Lîstika pesteyê ku li ber jibîrkirinê bû, piştî şewba Covîd-19'ê cardin bi ruh û can bû. Welatiyên ku pesteyên di zarokatiya xwe de çêkiribûn û hilanîbûn, ji sindoqan derxistine û cardin bi wan dilîzin.    * Arafat Kardagi ku keça wî Elîf Kardagi di Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan de ye û heya niha 3 caran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, got: "Ê polîtîkayên tecrîdê bi kêr neyên." Kardagi anî ziman ku divê rojek berî rojekê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin.    * Yek ji parêzerên Doza 10'ê Cotmehê Senem Doganoglû, anî ziman ku heya niha tenê şahideke jin anîne hêwana danişînê, lê belê daxwaza wan guh li 11 jinên din jî bê kirin.    * Çalakiya Rûniştinê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 34'an de didome.    * Baroya Amedê 47'emîn Kongreya xwe ya Giştî wê li Navenda Kongreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk bîne. (10.00)   * Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek wê kongreya xwe pêk bîne. ( 13.30)   * Li Şirnexê wê bi pêşengiya KESK'ê HDP, CHP, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û rêxistinên sivîl ji bo ji holê rakirina daristana li Herêma Bestayê daxuyaniyeke hevpar bidin. (17.00)