Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye 2021-04-11 09:04:51   ŞIRNEX - Di ser komkujiya li gundê Xirabreşk a navçeya Cizîr a Şirnexê de 28 sal derbas bûn, lê hîn yek kiryar nehatiye darizandin. Derbarê bûyerê de bavê 5 zarokan û hevserê Nesîbe Elgûn, Davut Elgûn axivî û got: "Heta ku dilopek xwîna min hebe, ez ê ji doza xwe gav paşve neavêjim. Heger ez nikaribim ku ez bimeşim jî ez ê bi devê xwe tebikoşim."    Di salên 1980'an de dema ku tevgera azadiya kurd di hêla têkoşînê de di nava civakê de belav bû, li Tirkiyeyê bi kiryarên li dij mirovahiyê gelek kes bi destê kontragerîla hatin kuştin û windakirin.Li gel van pêkanîn li herêma  Kurdistanê gelek gund hatin valakirin,şewitandin û bi koçberkirinê xwestin Kurdan ji cîh û warên wan bikin. Di 13'e çileya 1993'yan de li gundê Xerabreşk a navçeya Cizîr ya Şirnexê ji hêla kontragerîlla ve di heman malbatê de, Nesîbe (42) û zarokên wê Hacer (4), Nezîr (8), Hidir (20), Lokman (21) û Murat Elgûn ê 8 rojî jî di nav de 6 kes hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina 6 kesan de 28 sal derbas bûn, lê hîn jî kujerê 6 kesan nehatiye dîtin û heta niha yek kesî jî hesab nedaye. Cenazeyê her 6 kesan li cem hev hatiye definkirin. Lê her çend xaniyê ku 6 kes lê hatibûn qetilkirin wêran bimîne jî, hê jî qîrîn di wê malê de radibin.    'EV BÊÎMANÎ, XWEDÊ NENASKIRIN BÛ'    Têkîldarî bûyerê de bavê her 5 zarokan û hevserê Nesîbe Elgûn, Davut Elgûn (81) axivî. Elgûn, anî ziman ku ew ê tu caran ew tişta ku hatiye serê wan jibîr nekin û ew tiştê ku hatiye serî wiha vegot:" Di sala 1993'an de,di rojek ku ez ne li malê bûm hîn kesan di ser mala me de girt û li gel hevjîna min 6 zarokên min qetilkirin. Di wê rojê de ez çûbûm gel keça xwe. Serê sibehê ji min re agahî hat û gotin,'Zarokên te û hevjîna te hatine kuştin'  Li gel vê yekê ez çûm malê. Kê kuştine ez nizanim. Lê serdar (Binbaşı) Aydin ji min re got, 'Min kuştine, tu giliyê bikî ez ê te jî bikujim' Min bi çavê xwe nedîtiye ku wî kuştiye. Lê wî ji min re got,'Min kuştine'  Ji bo ku edelet pêk were û kesêne ku ev komkujiya di mala min de pêk anîn hesab bidin, ez çûm gelek deveran. Lê di dawiyê de jî me edelet nedît û kujer hîn jî di nav me de ne. 4 kurên min, keçiek min û hevjîna min hatin kuştin. Yek zarokê min 8 rojî bû. Ew pitik ji ber ku ber dengê çekê bandor bû jiyana xwe ji dest da. Qetlîama ji vê mezintir heye? Ev bêîmanî  û xwedê nenaskirin bû. Hê 3 roj nebûn ku  jina min zayîn kiri bû.  Ma mirov jina ku nû zayîn kirî dikuje? Hema em bibêjin kurê min rêxistin bû, ma hevjîna min,keça min,kurê min ê 8 rojî  jî rêxistin bû? Ev kafrîstanî bû. Tu eleqeya van bi ol û baweriyê tune ye. "   'EDALET EW ROJA KU ZAROKÊN MIN HATIN KUŞTIN WINDA BÛ'   Elgûn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku kujerên zarokên wî hesab bidin wî tu der nehişt ku neçûye û wiha domand: "Baweriya min ne bi hikûmetê û ne jî bi edeleta hikûmetê tê. Bi fermana hikûmetê ev komkujiye di mala min de pêk hat. Dibe ku hikûmetê negotibe,lê ew kesên ku ev komkujiyê pêk anîn zilamên hikûmetê bûn. Dema ku ev bûyer qewimî dozger ji min re got,'Sond bixwe û bêje PKK'ê kiriye' Min ji dozger re got, 'Ez sond naxwim'. Min ji wan re got, 'Kê kuştine hûn dizanin'. Baweriya min bi dewletê roja ku zarokên min qetilkirin xelas bû. Niha tu hêviya min ji dewletê tune ye. Hêviya min xwedayê heqe. Ji wî pêvetir baweriya min bi edeleta kesekî nayê. Kîjan edeleta dewletê wê bikaribe zarokên min sax bike? Edeleta dewletê dikare zarokên min bide min? Nikare ji ber wê edelet ew roja ku zarokên min hatin kuştin wenda bû û êdî nema tê. Lê xwedê heqê zarokên min li erdê nehêle. "   'EZ DOZÊ LI KÊ VEKIM?'    Elgûn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hêviya wî bi edeletê nema ye û wiha got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha tu zirara me negihiştiye tu kesî. Heger me tiştek kiribe ew jî me doza heqê xwe kiriye. Ji vê pêvetir tişteke din me nekiriye. Dewlet neheqiyê dike. Dilê dewletê ji Kurdan re naşewite. Şahîdên bûyerê hebûn, wan jî her tiştê ku ditîn yek bi yek vegotin. Yekî jê re dibêjin Hecî Silêman heye. Ew 2-3 caran hat dadgehê û got,' Her 5 jî min bi çekê kuştin' Li tevî vê gotinê jî lêpirsîn nehat vekirin û der heqê dosyayê de biryara bê şopandinê hat dayîn. Ez dozê niha li kê vekim?Tişta ku niha ji destê min tê duayan bikim û bibêjim xwedê heqê me erdê nehêle.  Heta ku dilopek xwîna min hebe, ez ê ji doza xwe gav paşve naavêjim. Heger ez nikaribim ku ez bimeşim jî ez ê bi devê xwe tebikoşim."    MA / Zeynep Dûrgût