Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin 2021-04-11 09:12:14   ENQERE - Yek ji parêzerên Doza 10'ê Cotmehê Senem Doganoglû, anî ziman ku heya niha tenê şahideke jin anîne hêwana danişînê, lê belê daxwaza wan guh li 11 jinên din jî bê kirin.    Di danişînên Doza 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de ku di sala 2015'an de DAIŞ'ê êrîşeke bombeyî kiribû, daxwazên ji bo guhdarîkirina jinên têkiliya wan bi bersûcan re hene piranî jê nehatin qebûlkirin.    Derbarê dozê de 19 jê girtî derbarê 36 kesan de doz hatibû kirin. Doz di sala 2016'an de dest pê kiribû û di ser 50'î re danişîn hatibûn lidarxistin. Danişîn di Tebaxa 2018'an de bi dawî bûbû. Di dawiya dozê de li 9 kesan 101 carî cezayê muebeta giran hatibû birîn. Doza derbarê bersûcên firar Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremît Ture, Denîz Buyukçelebî, Yakûp Selagzi, Kasim Dere, Nûsret Yilmaz, Mûstafa Delîbaşlar, Walentîna Slobodjanjûk, Mûhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kûtval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyîn Ûgûr Erman Ekîcî de jî li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê didome.    JINAN SÛD JI QANÛNA POŞMANIYÊ GIRT    Di dosyeya derbarê berûscên firar de heya niha guh li 5 jinan hatiye kirin. Lê belê ji van jinan tenê yek jê hatiye hêwana danişînê. Jinên guh li wan hatine kirn ev in: Hevjîna Îlhamî Bali Hulya Bali û Şengul Buyukçelebî, Ayşenûr Încî û Demet Taşar û hevjîna Mûhammet Zana Alkan Buşra Şahîn.   Ev jin bi salan tevî hevjînên xwe li Sûriyeyê mane û li malên hatine dagirkirin mane. Ev jin, sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtine û hatine berdan.    DIVÊ 11 JINÊN DIN JÎ BÊN GUHDARKIRIN    Çendî ku ev jin sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtine jî, derbarê bersûcên firar de tiştek negotine. Ê danişîna dozê di 9'ê Hezîranê de bê lidarxistin. Dê di vê danişînê de Hulya Yildiz, Merve dundar û Serpîl Dere ku têkiliya wan bi bersûcên firar re hene bên guhdarkirin. Lê belê li gor parêzerên dozê 11 jinên din jî hene û dixwazin ev jin jî bên guhdarkirin.    DIVÊ NE ŞAHID, BERSÛC BIN   Endama Komîsyona Parêzerên Komkujiya 10'ê Cotmehê Parêzer Senem Doganoglû, diyar kir ku jinên ku ew dixwazin bên guhdarkirin di sala 2015'an de bi bangawaziya DAIŞ'ê ya ji bo "xîlafetê" çûne Sûriyeyê. Doganoglû, destnîşan kir ku a rast ev kes ne şahid, divê wekî bersûc di dosyeyê de cih bigirin.   Doganoglû got: "Tûgaya Jinan a DAIŞ'ê di sala 2015'an de manîfestoyeke weşandibû. Bang li hemû jian kiribû ku di bin banê xîlafetê de, bibin mucahîtê sereke yên dewleta nû. Di vê bangawaziyê de gotibûn, 'hûn ê ji dewleta me re zarokan çêbikin û mezin bikin û hûn ê wan li malê zilamên me yên şer bigihînin.'"    Doganoglû, destnîşan kir ku ên ji bo tevlîbûna DAIŞ'ê vîdeoyên propagandayî girtine û belav kirine jî piranî jê jin bûne û got: "Em baş dizanin di warê transferkirina pereyan de jî jin bi awayekî çalak hatine bikaranîn. Yanî çîroka xapandinê, ne çîrokeke rast e. Ji vana re dibêjin 'bûkên DAIŞ'ê'. Ev ne bûkîtî û zewaceke ji rêzê, ev ji bo bibin hêmana bingehîn a 'xîlafetê' çûne."    Doganoglû, destnîşan kir ku divê hemû jin pêwendiya wan bi bersûcên firarar re hene bên guhdarîkirin û got: "Ev jin, ji bo bibin hêmana bingehîn a dewleta hatiye xwestin di bin banê vê rêxistina sûcdar de bê avakirin, çûne wir. Lewma divê ne wekî şahidên vê doyeyê, divê wekî bersûc daxilî nav dosyeyê bibin."    MA / Zemo Aggoz