Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart 2021-04-11 14:48:27   ŞIRNEX- Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek yêkemîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.    Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, yêkemîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Ji ber pandemiyê kongre li hewşa komeleyê hat li dar xistin û gelek endamên komeleyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê tevlî bûn. Di kongreyê de pankarta “Zimanê Dayîkê Ruhê Civakê ye" hat daliqandin.    'JI BO BIRÊXISTINKIRINA ZIMAN ZÊDETIR TÊKOŞÎN'   Di kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de nivîskarê kurd Bahadîn Rubar axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got:" Em dizanin ku ziman fikr û mejiyê civakê ye. Dema ku em dibêjin ziman hiş û zimanê civakê ye bêgûman em dikarin bêjin kesê bêhiş û bêmejî çiqas dikare bijî? Civakek zimanê xwe yê dayîkê jî nejî û neaxive bêgûman ew civak jî gêj e û bêgûman ew civak nikare hebûn û çanda xwe biparêze. Em weke xebatkarên ziman û gelê kurd divê ji bo ziman tebikoşin. Divê bê zanîn ku ne tu netew û ne tu hêz zimanê civakekî û netewekî nikare qedexe bike. Ji bo bi rêxistinkirina ziman divê em zêdetir tebikoşin."   Di encama dengdayîna ku hat kirin de ji bo hevserokatiya komeleyê Nuran Kaplan û Mîrza Kurt hatin hilbijartin.    Piştî axaftinan kongre bi gotina klaman û bi girtina govendê bi dawî bû.