Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be 2021-04-11 16:24:41 ÊLIH – Parlamentera HDP’ê ya Feleknaz Ûca, di kongreya Rêxistina HDP’ê ya Hezoyê de axivî û diyar kir ku AKP çûndox e û ev tişt got: “Çi dikin bila bikin wê biçin. Wê ev çûndina wan beriya 2023’an be.”   Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ya Hezoyê, li eywaneke dewetê 3’emîn Kongreya xweya Asayî li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û ji rêveberiyên TJA û Rêxistina HDP’ê ya Êlihê gelek kes tevlî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre li hat lidarxistin pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin” , “HDP gel e gel li vir e” , “Peymana Stenbolê ya me ye em dev jê bernadin” û “Em ê tecrîdê bişîkinin faşîzmê hilweşînin”hatin daleqandin.    ‘DEMA AZADIYA OCALAN E’   Di kongreyê de Parlamenterên HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, axaftin kir. Ûca, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên ku li ser kurdan tê meşandin û ev tişt got: “Bi siyaseta berbelavbûnê bi ser xaka kurd lê ne ve diçin. Hewl didin bi Lozanê gele kurd biqedînin. Lê çi dikin bila bikin wê biçin. Wê ev çûndina wan beriya 2023’an be. Di Newrozê gelê kurd bersiva van zextên wan da. Kesên dixwazin tunebûna kurdan temaşe bikin bil ali Newrozê binêrin. Kesên ji bo azadiya gelan têdikoşin li girtîgehan laşê xwe dan ber birçîbûnê. Divê em berxwedan li hundir derbasî dervebikin. Dema azadiya Ocalan e. Em tev bi hev re vê azadiyê pêk bînin.”   QEYÛM   Hevşaredar Mehmet Demîr jî destnîşan kir ku nelêritiyên qeyûman li holê ne û ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku çawa milyonan didizin. Ji bo vê vîna gel xesp kirin. Ji bo nelirêtî û qirkirina ziman, çand û hunerê şaredariyan xesp kirin. Lê wê ev gel timik ji wan re dibe bersiv û li vîna xwe xwedî derdikeve.”   RÊVEBERIYA NÛ   Di kongreyê de piştî axaftinan ji bo hevserokatiya HDP’ê ya navçeyê dengdayîn hat kirin û di dengdayînê de ji bo hevserokatiyê Omer Emen û Berjîn Altan hatin hilbijartin.