Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin 2021-04-17 09:34:41   ENQERE - Derbarê Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran de ji ber axaftina wê ya têkildarî qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, bi gotina “sînorê rexneyê derbas kir” fezleke hat amadekirin.    Derbarê Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran de ji ber axaftina wê ya têkildarî qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, bi hêceta “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê ku hatiye tayînkirin kiriye" fezleke hat amadekirin.    Başaran, bi armanca şermezarkirina qeyûmê di 28’ê cotmeha 2019’an de tayînî Şaredariya Cizîrî bûbû bi parlementerên HDP’ê re seredana esnafan kiribûn. Axaftina Başaran a ku bû mijara fezlekeyê wiha ye: “Ma dibe ku rêveberek ji gel bitirse? Bajar bi rê ve dibe lê ditirse, bajar bi rê ve dibe lê naxwazê dirûşmeyan bibîhise, bajar bi rê ve dibe lê derdora wî bi barîkatan dorpêç kiriye, rêveberekî wisa dibe? Kesê navê wî derbas dibe desteserkar e, ji xwedîderketina vîna ku wî desteser kiriye ditirse. Qeyûm wê biçe, gel dê were.”   Di fezlekeyê de hat diyarkirin ku axaftina Başaran “sînorê rexneyê derbas kiriye”, axaftina wê di asta rencîdekirina şeref û rûmeta kesî de ye û ji ber ku bi awayekî aşkera heqaret li erka peywîrdarê cemaweriyê kiriye sûc hatiye dîtin.   MA / Dîren Yurtsever