Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin 2021-04-17 13:20:32   AMED - OHD  û TUAY-DER’ê derbarê Girtîgeha Erzînganê de raporek amade kirin. Di raporê de hat gotin girtiyên nexweş nayên dermankirin û rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê doz hatiye vekirin.    Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên di serdema pandemiyê de li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa T de qewimîne raporek amade kir. Saziyan rapor parve kir. Li ser daxwaza xizmên girtiyan parêzer di meha adarê de çûn girtîgehê û bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Binpêkirinên mafan ên di raporê de balê dikişîne ser xwe.    Binpêkirinên mafan ên di raporê de wiha hatin rêzkirin:   “* Cihê bêhnvedanê di bin standartan de ye û gelek biçûk in.   * Hatiye destnîşankirin ku girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyan û pêvajoya tedawiya wan de astengî derdikevin. Ji ber nexweşînên biçûk jî girtî nayên dermankirin û rê li ber nexweşiyên cidî vedike.    * Hatiye diyarkirin ku tu hobi, kargeh û çalakiyên civakî nayên kirin.    * Kargoyên ji girtiyan re tên şandin gelek dereng didin girtiyan.    * Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û serlêdan jî bêencam dimînin.    * Di hevdîtinên malbatê de pirsgirêk derdikevin û malbatên dûr in bi zehmetî diçin hevdîtinê û daxwaza sewqa wan jî tê redkirin.    * Hat diyarkirin ku derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatiye vekirin.    * Hat diyarkirin kul i girtîgehê girtiyek herî zêde dikare 5 pirtûkan li cem xwe bigire.    * Li ser hev lêgerîn li qawîşan tê kirin û di van serdegirtinan de qawîş tên serûbinkirin.”    Di encama raporê de jî hat xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan û cezayê wan were taloqkirin. Her wiha di raporê de hat gotin divê zext û pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin.