Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye 2021-04-17 13:42:17   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 838’an de ji bo aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin bipirsin, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewa kirin. Dayikan li aqûbeta Kadîr Keremoglu yê 75 salî pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin.    Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin her şemî çalakiyan li dar dixin. Dayikên Şemiyê piştî şewba vîrûsê belav bû çalakiyên xwe bi rêya onlînê li ser înternetê pêk tînin. Dayikan di hefteya 838’an de çalakiya xwe berdewam krin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Kadîr Keremoglu yê 75 salî ku di 14'ê nîsana 1995’an de li Wanê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Dayikan di çalakiyê de xwest kujerên Keremoglu bên cezakirin û aqûbeta Keremoglu jî bê ronîkirin.    Kurê Kadîr Keremoglu, Bahattin Keremoglu, di çalakiyê de diyar kir ku 26 sal in serî li hemû rayedarên dewletê dan, lê heta niha tu encam negirtine. Keremoglu, anî ziman ku ew ji xeynî edaletê tiştekî din naxwaze û wiha got: "Me her tim edalet xwest. Me ji bo bavê xwe gorek xwest. 26 salin em têkoşîna xwe berdewam dikin. 50 salên din jî bibore emê têkoşîna xwe berdewam bikin.    HEMÛ SERLÊDAN RED KIRIN   Parêzerê malbata Keremoglu Hamdî Polat jî anî ziman ku 18 salin li dosyayê dinere û wiha got: "Piştî me dosya dewir girt, me serî li Komîsyona Tespita Zerarê ya Walîtiya Colemêrgê da. Piştî dosya red kirin me serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma wanê da. Lê dîsa daxwaza me red kirin. Vê carê me serî li Dadgeha Bilind da. Wan jî red kir me serî Dadgeha Destura Bingehîn da. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî serlêdana me red kir. Hemû serlêdanên me hatin redkirin.    'DEWLET MAFÊ ME NAS NAKE'    Li ser navê Dayikên Şemiyê Zîn Demîr, daxuyanî da û wiha got: "Dewlet, daxwazên malbatên bi sedan kesên di bin çavan de hatin windakirin wekî maf qebûl nake. Malbatan wekî kesên xwedî maf nas nake. Azadiya mafên malbatan ji aliyê iqtîdarê ve b keyfî tê binpêkirin. Malbata Keremoglu li Wanê malbatek xwedî mal û milk bûn. Kesên girêdayî JÎTEM'ê gefa 'Navê we jî di lîsteya kesên bê kuştin de heye' û pere ji malbatê xwestin. Piştî malbatê ev daxwaz red kir, kesên girêdayî JÎTEM'ê Karsazê 75 salî Kadir Keremoglu di 14'ê Nîsana 1995'an de revandin. Keremoglu, li pêş Mizgefta Keremoglu bi texsiya Toros a plaqeya wê 01 EA 600 revandin. Texsiya Dogan a pilaqeya wê 65 ER 279 û texsiya Brodwaş a pilaqeya wê 06 FH 600 jî hevkariya kesên di Torose de bûn kir."     'EM Ê DEST JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN'    Demîr, herî dawî anî ziman ku di hefteya 838’an de aqûbeta Keremoglu di pirsin û wiha bi dawî kir: "Divê kesên dewletê bi rêve dibin û saziyên darazê êdî dawî li polîtikayên înkarê bînin. Çend sal derbas bibin jî emê lêgerîna edaletê ya bji o Keremoglu berdewam bikin. 139 qada Galatasarayê hatiye qedexekirin. Lê emê tu carî dest ji qada Galatasarayê û lêgerîna windayan bernedin."