Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin 2021-04-17 14:25:57 ENQERE - Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku girtiyê nexweş Lutfî Koç bi felcîbûnê re rû bi rû ye û bang kir ku înfaza wî bê taloqkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya ji bo balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 345’emîn de bi rêbaza civîna vîdeo konferansê li dar xist. Di rojeva civîna vê hefteyê de agahiyên derbarê rewşa girtiyê nexweşê giran Lutfî Koç ê 22 mehin girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê dimîne, hatin parvekirin.    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di civînê de axivî û wiha got: “Di mejiyê wî de du kîst hatine tespîtkirin, serê wî jî di nav de aliyê laşê wî yê çepê komple felcê dibe. Koç  serî li şandeya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Katîp Çelebî ya Îzmîrê daye û 8 mehan domkiriye. Roja ku dê biryarê bidin, jê re gotine ‘em ê 3 mehên din jî bişopînin’ û hefteya din bi lez û bez sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê kirine. Di nava 1-2 hefteyan de serî li şandeya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê kiriye lê careke din bersiva neyînî girtiye. Jê re hatiye gotin ‘te çend caran felç derbas kiriye, xelas bûye, êdî tu felç derbas nakî.' Lê saleke her tim felç derbas dike.”   RÎSKA FELÇBÛNA WÎ HEYE   Çevîrmen, da zanîn ku bijîşkên norolojiyê têkildarî nexweşiya Koç gotine “tedawiyeke vê nîne, rîska felçbûna wî heye” û wiha berdewam kir: “Koç ragihand ku ev yek di raporê de cih nagire. MR’a mejî ya pişt re hatiye kişandin tê dîtin ku lezyonên kîstên li mejî mezin dibin, felcên wî berdewam dike, felcbûna wî ya di girtîgehê de misoger e û nizane wê çi bike.”   AYM: LEZGINIYA REWŞA WE TÊ FÊMKIRIN   Çevîrmen, anî ziman ku Koç ji ber nexweşiyên xwe beriya çend mehan bi daxwaza berdanê hem ji Dadgeha Bilind hem jî ji 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ku biryara girtinê daye re daxwazname şandine lê ji her du saziyan jî bersiv negirtine. Çevîrmen, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di bersiva daxwaznameya ji Dadgeha Destûra Bilind re nivîsandiye jî ev tişt hatiye gotin ‘lezginiya rewşa we hatiye fêmkirin, divê hûn ewilî serî li dadgehên jêr bidin’. Piştî du hefteyên din ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên lezgîn bi hemû şertên kontrole bi daxwaza berdanê serî li Dadgeha Înfazê ya Afyonkarahîsarê daye lê dadgehê ji ber mijar a Serdozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê ye, daxwaza wî bi nivîsê şandiye wê derê.” Çevîrmen, anî ziman ku di girtîgehê de rîska felcbûna Koç heye.   BANGA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ    Çevîrmen, bang kir ku ji ber nexweşiyên giran ên Koç bi lez tetkîk û tedawiya wî pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber rewşa wî giran e divê xebatên rapor girtinê û taloqkirina înfazê bên kirin. Di vê pêvajoyê de jî ji bo ku kurê xwe yê sedî 100 astengdar bibîne, divê demildest sewqî girtîgeha bajarê ku malbata wî lê dijî bê kirin