ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan 2021-04-17 15:14:51   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 473’emîn a “Rûniştina F” de xwest ku girtiyê nexweş Şemsettîn Ozer bê berdan.   Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 473’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ser medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şemsettîn Ozer ê 75 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê tê ragirtin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku sedema giranbûna tecrîda ser girtiyên siyasî, berfirehkirina tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê ye. Acettîn, qala çalakiyên greva birçîbûnê yên ketin meha 5’emîn de jî kir û anî ziman ku çalakiya girtiyan di asta hişyariyê de ye. Acettîn, ji bo ku çalakiya girtiyan venegere ya bêdem û bêdorveger bang li rayedaran kir.    REWŞA OZER   Acettîn, da zanîn ku Şemsettîn Ozer ê 27 salin girtiye, heta neha sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin û diyar kir ku di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ketiye. Acettîn, agahiya ku ji xizmên Ozer wergirtin jî wiha parvekir: “Beriya 3 mehan ji ber bi bêhn stendinê zehmetiyê dikşîne radikin revîra girtîgehê, pişt re bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê tê kirin, teşhîsa pênceşêra qirikê tê danîn û careke din dibin girtîgehê. Dûre li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Samsûnê dest bi tedawiya wî hatiye kirin û du hefteyan carekê dibin. Lê di pêvajoya tedawiya wî de rewşa wî girantir bûye. Piştî ku hatiye asta nikare bêhnê bistîne bi lez mudaxale kirine û di qirika wî de cihaz bi cih kirine. Rojekê di beşa lênêrîna awarte hatiye girtin pişt re birina beşa normal û şunde dîsa birine girtîgehê û xistina odeya yek kesî ya karantînayê. Ozer ê di şertên karantînayê de rewşa wî nebaştir bû, ji ber penceşêra qirikê di 6’ê nîsana 2021’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Samsûnê hatiye emeliyatkirin.”   ‘DIXWAZE CAREKE DIN PIRTÛK BINIVÎSE’   Acettîn, anî ziman ku Ozer ê nivîskarê pirtûkên bi navê “Mirovê bi felsefeyê li xwe digere (Felsefe ile kendini arayan insan)” û “7 rojên temenê min (Ömrümün 7 günü)”  û da zanîn ku Ozer dixwaze baş bibe û careke din pirtûk binivîse. Acettîn, diyar kir ku ji bo ku tedawiya Ozer li derve bê kirin divê daxwaza wî ya taloqkirina înfazê bê qebûlkirin. Acettîn, xwest ku ji bo astengiyên pêş tedawîkirina hemû girtiyên nexweş bên rakirin, divê şertên pandemiyê jî li ber çav bên girtin û hemû girtiyên nexweş bên berdan.