ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-18 09:00:17 * Galavîzh Ayoûbî Amîrabad a îranî, anî ziman ku piştî ku hevjînê wê yê tahde lê kiriye hatiye girtin, niha jî malbata hevjînê wê gefan lê dixwe û got: "Tu ewleyiya min tune ye."  * Li Manîsayê malbata Taylanê debara xwe bi nanê tenûrê dike.    * Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê Erdal Aydemîr, anî ziman ku hemû liv û tevgerên parlementerên HDP'î dibin mijara fezlekeyan. Aydemîr, destnîşan kir ku dozgerên ku lêpirsînan didin destpêkirin û fezlekeyan amade dikin, li gor hiqûqê tevnagerin û karê xwe xirab dikin.    * Parêzerê OHD'î Onûr Duşunmez anî ziman ku li Colemêrgê sedema binpêkirinên mafan ên tê gotin "li gor mewzûatê" ne, polîtîkaya bêcezakirinê ye. Duşunmez, destnîşan kir ku dê darazeke serbixwe karibe pêşî li ber van binpêkirinên mafan bigire.    * Endamên sendîkayan bertek nîşanî lêpirsîna ewleyiyê dan û gotin: "Bi vê peyama 'an hûn ê bibin AKP'î an jî hûn ê piştgiriyê bikin' tê dayîn."    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Kazim Dogan Erogûllari, anî ziman ku xebatên aşîkirinê sist in û dibe ku heya dawiya 2022'yan dewam bikin û got: "Aşî, mafek e. Lewma divê bêheq û zûzûka bigihê her kesî."    * TÎGEM'a Serêkaniyê, piştî hatina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, dest datîne ser heywanên gundiyan.    * Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer anî ziman ku grevên birçîbûnê bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan dikin û xwest demildest daxwazên wan bên qebûlkirin.    * Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza ya Mêrsînê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku ew armanca dikin ku di çarçoveya projeya “Em tundiyê fren dikin” perwerdeya wekheviya zayendî ya civakî bidin 150 ajokaran.