Debara wan nanê tenûrê ye 2021-04-18 09:00:49 MANÎSA – Li Manîsayê malbata Taylanê debara xwe bi nanê tenûrê dike.  Bivê nevêya sifreyên kurdî nanê tenûrê ye. Kurdên ku ji bêgavî koçî bajar û metrepolan kirine, hîn jî dev ji vê adeta xwe bernedane. An li baxçeyên xaniyên xwe an jî li ser banên xwe tenûran çêdikin û nanê tenûrê dipêtin. Yek ji van malbatan jî malbata Taylanê ye. Malbata Taylanê di salên 1990'an de ji Mûşê koçî Taxa Ahmet Bedevî a navçeya Şehzadeler a Manîsayê kirine. Malbat, nêzî du salên bi nanê tenûrê debara xwe dike. Kerem Taylan û hevjîna wî Hatî Taylan ku di dema pandemiyê de betal man, tevî zarokên xwe Emrûllah, Nasir, Nûrûllah û Leyla Taylanê dest bi çêkirina nan tenûrê kirine û difiroşin.     Bav Kerem Taylan, bal kişand ser girîngiya çanda tenûrê û diyar kir ku gava hatine bajêr, ji ber ku li baxçeyê wan cih tune bûye tenûra xwe li ser banî çêkirine. Taylan, anî ziman ku bi salan karê înşeatan kirie, lê piştî şewb belav bûye betal maye û ji ber vê dest bi çêkirina nanê tenûrê kirine. Taylan got: "Ji bo zarokên min bixwînin çi ji destê min hat min kir. Min zarokên xwe dan xwendin. Lê mixabin niha nikarin karê xwe bikin. 3 zarokên min zanîngeha kuta kirine. Yekî jê beşa dîrokê, dudoyan jê jî beşa perwerdehiya laşî kuta kirine. Lê mixabin nayên tayinkirin."    PÊ DEBARA XWE DIKIN   Bav Taylan, anî ziman ku ji ber vê xwestiye ji bo zarokên xwe karekî peyda bike û got: "Kurê min Emrûllah, ji ber ku dersên wî nebaş bûn dev ji dibistanê berda û aliyê min kir. Niha ew karê me dike. Niha her sê xwişk û birayên wî yên zanîngeha kuta kirine li cem wî diebitin. Nêzî du sal in em vî karî dikin. Ne tenê şêniyên taxa me, şêniyên taxên din jî tên nan distînin. Zarokên min hem çanda xwe didomînin, hem jî debara xwe dikin."    PIRANIYA MIŞTERIYÊN WAN TIRK IN   Emrûllah Taylan jî anî ziman ku dêya wî ew hîn kiriye. Taylan, destnîşan kir ku nanê tenûrê perçeyeke bivê nevê ya sifreyên kurdan e û mişteriyên wan piranî jê tirk in. Taylan got: "Kurdên li vir hema bibêje hemû xwedî tendûr in. Lewma piraniya mişteriyên me tirk in. Gelek kes ji taxên din tên û carê 20-30 nanî dikirin. Yanî ev qasî jê hez dikin. Rojê em li dor hezar û 200 nanî difiroşin."    MA/ Nacî Kaya