Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye 2021-04-18 09:00:56 STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer anî ziman ku grevên birçîbûnê bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan dikin û xwest demildest daxwazên wan bên qebûlkirin.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 143 roj in didomin. Yek ji pêkhateyên Koordînasona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Umît Bîçer û Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Esîn Çelîk, çalakiyên girtiyan nirxandin.    TECRÎD KÛR BÛ    Bîçer, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Girava Îmraliyê de bibîr xist û anî ziman ku piştî Rewşaa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, li girtîgehan tecrîd kûrtir bûye û binpêkirinên mafan zêde bûne. Bîçer, diyar kir ku li gor agahiyên ku ji malbatan û parêzeran digirin pirsgirêkên di dema Rewşa Awarte de zêde bûbûn, di dema pandemiyê de zêdetir û dijwartir bûne.    GUHNEDÊRIYA ÎQTIDARÊ    Bîçer, anî ziman ku îqtidar di warê îşkenceya tê kirin de xwe li guhnedêriyê datîne û got: "Îşkence, ji bo AKP'ê bûye rêyeke domandina îqtidara wê. Ji lew re bi îşkenceyê û binpêkirinên mafan, derdora xwe konsolîde dike."    Bîçer, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê zirarê didin bedena mirovan, lewma çalakiyên bi vî rengî teswqî nakin û got: "Lê a muhîm û krîtîk, mirov ketine greva birçîbûnê. Lewma divê em guh li daxwazên wan bikin û hşn bibin vê daxwazên wan çi ne. Ji bo vê jî divê hin mekanîzma bên afirandin û diyalog çêbibin. Berprisiyariyeke me ya bi vî rengî heye."    GAVINE MAYINDE   Bîçer, diyar kir ku îqtidar rêyên muzakere û diyalogê girtine û van polîtîkayên xwe jî li civakê ferz dike û got: "Ev yek li girtîgehan jî mafên sereke yên mirovan binpê dike û zirarê dide tenduristiya wan û jiyana wan. Ji bo pêşîlêgirtina vê çi divê? Divê pîvanên bivê nevê yên hiqûqê pêk bên. Lê em dibînin ku bê îqtidar hiqûqê çawa binpê dike. Mafan binpê dike. Di vî warî de guh nade biryarên DMME û AYM'ê. Beriya her tiştî rêza ji bo rûmeta mirovan hiqûqa sereke ye û ji bo vê jî muzakere divên, da pirsgirêk bên çareserkirin. Ji lew re em baş dizanin ku bi heman hinceta mirov tim dikevin grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Mirina bi vî awayî nayê qebûlkirin. Divê îqtidar vê yekê fêm bike û li gor vê tevbigere."    Bîçer, destnîşan kir ku ji bo girtîgehan û çareserkirina pirsgirêkan pêdivî bi gavine mayinde heye û bang kir ku demildest guh li daxwazên wan bên kirin û bên qebûlkirin.   XETERE ZÊDE DIBE    Hevseroka MATÛHAY-DER'ê Esîn Çelîk jî diyar kir ku grevên birçîbûnê zirareke mezin didin bedenên girtiyan û niha di dema pandemiyê de tên kirin û ev yek xetereyê zêdetir dike. Çelîk got: "Li girtîgehan hema bibêje tu tevdîr nayên girtin. Bi ser de di vê serdemê de di bin navê lêgerînê de bê maske û lepik davêjin ser qawîşan. Ev bi tena serê xwe talûkeyek mezin e. Li Girtîgeha Gebzeyê testa 9 girtiyên jin pozîtîf derket. Malbat û parêzer nikarin biçin, tu temaseke wan bi derve re tune ye, çawa pê diekvin?"    Çelîk, bibîr xist ku piştî şewba li Girtîgeha Gebzeyê Ardil Çeşme û Hacer Halîl Yûsûf sewqî girtîgehine din hatine kirin û got: "Ev heval hê nû ji şewbê xelas bûbûn. Hê baş rihet nebûbûn, gotin 'testa wan negatîf' e û wan sirgûn kirin. Ev ji bo girtiyên girtîgehên din jî xetere ye."    MA / Rojîn Altay