Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan 2021-04-18 11:29:12 STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku divê li Girava Îmraliyê li gorî rêgezên Nelson Mandela gav bên avêtin û pêwiste êdî tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 22 sal in li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreya yek kesî de, di tecrîda giran de tê girtin. Li Girava Îmraliyê 3 girtiyên PKK'ê jî di heman şertên tecrîdê de tên girtin û mafê hevdîtin, ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 27'Nê Nîsana 2020'an ve agahî jê nedihat girtin, herî dawî piştî 11 melan di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê agahî jê hat girtin. Di axaftina telefonê de, telefon piştî 4 deqîqeyan kut kirin û destûr nedan ku Ocalan pêşniyar û rexneyên xwe yên ji bo çareseriyê parve bike. Dîsa destûr nedan ku daxwazên xwe bîne ziman.    Parêzerên ku piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an neçûbûn Îmralmiyê herî dawî piştî 8 salan di sala 2019'an de 5 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de û malbat jî herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de çûn Îmraliyê. Niha ji xeynî axaftina bi telefonê ya 25'ê Adarê bi tu awayî agahî ji Ocalan û girtiyên li Îmraliyê nayên girtin. Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîd bi dawî bibe 143 rojin di greva birçîbûnê de ne.    Herî dawî Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de 4,5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Wekî din agahî jê nayê girtin.    Ocalan di vê axaftina telefonê de xwest bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û diyar kir ku ev hevdîtina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan bi daxwaza lezgîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê serdozgeriyê dîsa daxwaza parêzeran bê bersîv hiştin. Li ser rewşa Îmraliyê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Ercan Kanar nirxandin kir.    'DAXWAZÊN OCALAN PIR MAFDAR IN'    Kanar, anî ziman ku telefona herî dawî li ser fikar û bertekên zêde yên gel hat kirin û wiha got: "Sedema ku dewletê destûr da telefona bi vî rengî nîşan dide ku dewlet çiqas ketiye zorê. Dewlet hem ji bo xwe ji zorê xelas bike, hem jî rastiyê ji raya giştî veşêre û bertekan kêm bike destûr da vê axaftina telefonê. Gotinên Ocalan ên bi rêya telefonê ji birayên xwe re gotin, gotinên pir mafdar û heq in. Ocalan, xwest dewlet li gorî van hewldanên veşartinê berde û li gorî zagona Înfazê ya Neteweyên Yekbûyî ya standart tev bigere. Ev daxwazên Ocalan pir mafdar û heq in."    DEWLET ZAGONAN BINPÊ DIKE'    Prz. Kanar, destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê hem Zagona Înfazê û hem jî Rêgezên Standarta Herî Kêm a Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Muameleyên Der Barê Girtiyan de binpê dike. Xala Yekem a Zagona Înfazê divê rêgezên înfazê ji bo hemû girtiyan wekî hev pêk bê û cudakarî neyê kirin. Bêyî ku li ziman, reng, bawerî, nijada girtiyan û fikra siyasî ya girtiyan bê nerîn pîvanên rêgeza înfazê ji bo hemû girtiyan wek hev pêk bê. Ev rêgez di sala 1955'an de li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat qebûlkirin û di Rêgezên Standarta Herî Kêm a Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Muameleyên Der Barê Girtiyan de wekî xala ewil tê qebûlkirin. Ev rêgez di sala 2005'an de hatin nûkirin. 60 sal şûnde dîsa nû kirin û navê wê kirin Rêgezên Nelson Mandela. Çima ev nav lê kirin. ji ber Mandela demek dirêj girtî ma û dema girtî bû mafê wî her tem hat binpêkirin. Wikî Ocalan her tim mafê wî hat xwarin. Ji ber vê yekê NY'ê navê vê Rêgezê kir Rêgezên Nelson Mandella. Ji ber vê yekê divê ji bo Ocalan jî rêgezên Nelson Mandella derbasdar bin."    HIQÛQA DIJMINANTIYÊ HEYE'    Kanar, bibîr xist ku xal û rêgeza herî girîng divê di navbera girtiyan de cudakarî neyê kirin û wiha lê zêde kir: "Kesên ku hatin cezakirin, êdî tu têkiliya wî û sûcê berê bi hevre namîne. Ji ber vê yekê hemû kesên ceza xwarine wek hev in. Kes çi sûcî dike bila bike, piştî ceza xwar û şûnde hikûmxwar e û wekhev in. Ji ber vê yekê divê di nava kesên ceza xwarine de cudakarî neyê kirin û hemû wek hev bin. Li gorî rêgezên Nelson Mandela divê girtiyê ceza xwariye tu carî cezayê hucreyê yê demdirêj lê neyê birîn. Ev ceza qedexe ye. Divê cezayê hucreyê tu carî 15 rojan derbas neke. Bi rêgezan hatiye nivîsîn ku divê ceza 1 rojê derbas neke. Lê li şûna vê yekê cezayê bêdem ê hucreyê li Ocalan dibirin. Armanca cezayê hucreyê ewe ku mirov ji hemû taybetiyê mirovahiyê dûr bixe ye. Ji ber vê yekê cezayê hucreyê hatiye xedexekirin."    ‘ÎNFAZA NIJADPEREST' PÊK TÎNIN   Prz. Ercan Kanar, destnîşan kir ku kesek bi çi sûcî hatibe cezakirin bila bê cezakirin, divê bi tu awayayi hevdîtinê wan û malbatê neyên astengkirin û wiha berdewam kir: "Kes çiqas cezayê giran ê dîsiplînê lê bê birîn jî divê tu car bi van cezayên hucreyê û qutkirina hevdîtinan nayê cezakirin. Divê her ji 15 rojan carekê malbat biçin hevdîtinê, Li gorî rêgeza Mandela hevditina parêzer û malbatan, mafê herî zagonî û rewa ye. Li dijî Ocalan înfaza nijadperest disepînin. Ev di heman demê de rûmeta mirovan dişkîne û li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME)jî tecrîd û îşkence qedexe kiriye. Tecrîd û cezayê hucreyê sepandina şer e."    AXAFTINA TELEFONÊ YA LI DOZGERIYÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE       Kanar, bal kişand ser telefona li dozgeriyê ku Mehmet Ocalan bi Abdullah Ocalan re axivî û wiha dirêjî da axaftinê: "Telefona li dozgeriyê li dijî hiqûqê ye. Divê rêgezên Zagona Înfazê têxin meriyetê. Bi taybet divê li gorî rêgezên Nelson Mandela gavan bavêjin. Divê kesê bi telefonê di axive neyê guhdarkirin. Pêkanîn û sepandinên li dijî Ocalan bi temamî li dijî pîvan û rêgezên înfazê ne. Ev zagon hatiye binpêkirin. Ev feraset û hiqûqa dijminantiyê ye."    RÊVEBERIYA DÎKTATORIYÊ YE'    Kanar, herî dawî anî ziman ku êdî Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr ketiye û wiha got: Îqtîdar niha zagon û hiqûqê binpê dike. Zagonan binpê dike. Rêveberiyek keyfî heye. Niha parlamento formalîte ye. Li Tirkiyeyê tu carî daraz nebûye serbixwe. Niha daraz bi temamî hatiye girêdan û qet daraz ne serbixwe ye.   DIVÊ OCALAN AZAD BIBE    Divê êdî Ocalan azad bibe û bê berdan. Divê bi temamî pîvanên Nelson Mandelan têxin meriyetê. Divê êdî tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe û di demek nêzîk de Ocalan bê berdan."    MA / Ferhat Çelîk