Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine 2021-04-18 13:14:25   ENQERE - Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên kujerên wan nediyar ên torî ronî kirine.    Wezareta Karên Hundir, têkildarî cînayetên kujerên wan nediyar daxuyaniyek nivîskî da û angaşt ku di salên borî de 248 cînayetên kujerên wan nediyar ronî kirine. Wezaretê îdea kir ku di encama hewldana midûriyeta polîsan û fermandariya cendirmeyan de cînayetên kujerên wan nediyar hatine ronîkirin.    Wezaretê îdea kir ku 8 bûyerên di navbera salên 1990-98'an, 27 bûyerên di navbera salên 2000-2005'an, 41 bûyerên di navbera salên 2006-2011'an, 172 bûyerên di navbera salên 2012-2018'an de ronî kirine.