TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke 2021-04-18 15:44:56   WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, têkildarî erdheja ku di 23'ê Sibata 2020’an de pêk hatibû, pirsname dabû meclîsê. Wezareta Bajarvanî û Derdorê pirsname bersivand û diyar kir ku TOKÎ dê heta meha cotmehê ji 4 hezar û 157 xaniyên  bi giranî zerar dîtin tenê 570 xaniyan ava bike û bidin kesê xaniyê wan xera bûne.    Di 23'ê Sibata 2020'an de li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê erdheja hêza wê 5,9 pêl pê hatibû. Di erdhejê de li gundê Elbîs, Elezî, Qîratî, Qaşqol û Xanîkê yên navçeya Elbakê xanî xera bûbûn. Di erdhejê de 4 jê zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî encama erdhejê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan pirsname dabû meclîsê û xwestibû wezareta Bajarvanî û Derdorê bibersivîne. Wezareta Bajarvaniyê piştî demek şûnde bersîv da pirsnameyê û diyar kir ku TOKÎ dê ji 4 hezar û 157 xaniyên ku bi giranî xerabûne dê 570 xaniyan ava bikin.    TESPÎTA XEZARÊ HAT KIRIN   Wezaretê anî ziman ku piştî erdheja di 23'ê Sibata 2020'an de pêk hat û gundên girêdayî Navçeya Elbakê ya Wanê zerar dîtin, 79  yekîneyên qadê û 15 personelan li qadê tespîta zerarê kirine.     2 HEZAR Û 287 AVAHÎ XERA BÛN   Wezaretê di daxuyaniyê de anî ziman ku Şaredariya Wan û Elblakê xaniyên ku diviya bû bên xerakirin xera kirine û wiha got: "4 hezar û 157 xaniyên ku bi giranî zerar dîtibûn diviya bûn bên xerakirin. Ji van xaniyên ku diviya bûn bên xerakirin bi îhaleyê ji aliyê Şaredariya Elbakê 2 hezar û 287 xanî hatin xerakirin. Xaniyên mane jî dê xerakirina wan berdewan bikin."     ÎHALEYA 150 XANÎ Û 420 GOMÎ DAN ŞAREDARIYÊ    Wezaretê da zanîn ku li navçeyên Serav, Elbak û Bajarê Wanê 150 xanî û 420 gomên hatibûn xerakirin îhaleya înşaeta wan, di 11'ê sibata 2021'an de dane TOKÎ û li gorî peymanê divê heta 12 Cotmeha 2021'an înşaeta wan temam bibe.    Xaniyên ku avakirina wan ji aliyê TOKÎ ve bi qede dê teslîmi AFAD'ê bikin. AFAD jê bi dayn bide xwediyê ku xaniyê wan xera bûne.