ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-19 09:00:49 * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêşengtiya aştî, çareserî û muzakereyan a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi awayekî zelal datîne holê û ev tişt got: “Sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê sekna aştî, muzakere û çareseriya demokratîk e.” * EŞÎK ku piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê xebateke zêde da destpêkirin, meclis û 584 parlamenteran dişopîne û wê qarneyê wan di hilbijartinê de bide wan. Dildara EŞÎK’ê Tulîn Kesîktaş, ragihand ku hevdîtinên jinan û grev di rojeva wan de ne û got ku êdî jin nayên zeftê!   *  Kurê girtiyê nexweş Îsa Gultekên ê di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê de tê girtin, xwest bavê wî bê berdan û got: “Ûr li tevahiya bedena bavê min belav bûye û rewşa wî giran bûye.”   * Di meha rojiya remezanê de buhayê fêkî, team û zexîreyan bêtir zêde bû. Bazarvanên ku li ser dezgehan fêkî û team difiroşin, tarîfeya buha rakirin. Welatiyên ku diçin bazarê jî ji ber buha bêyî fêkî û team bistînin destvala vedigerin. Fêkî, team û zexîreyên li bazarê ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn.    * Girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 60 salî, li gel ku 26 sal in  girtî ye û 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayên berdan.    * Kurê girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî Beşîr Silik, diyar ku rexmî rapora ATK’ê jî bavê wî nayê berdan û her ku diçe rewşa wî giran dibe û ev tişt got: “Heke bimire jî bila li cem me bimire.”   * Mamoste Nûrcan Çobanturk ku li navçeya Serê Kaniyê bi armanca ferqkirina sewalên li kuçeyan Koma Sewalhezên Dengê Canên Bêdeng ava kir, rexmî ku gef lê tên xwarin jî her roj xwarinê li dehan sewalan belav dike û sewalên ku bi jehrî dibin jî tedawî dike.    * Ekolojîstên li dijî qetilkirina xwezayê ya li Licê derketin, xwestin ku tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî qetilkirina xwezayê derkeve û ev tişt gotin: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan.”   * Esnafên Şemzînanê bertek nîşanî “Pêşangeha Berhemên Herêmî” ku ji aliye Şaredariya AKP’ê ya Navçeyê ve hatibû vekirin dan û diyar kirin ku ji ber pandemiyê mexdûriyeta wan zêde bûye û xwestin ku pêşangeh bê rakirin.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 42'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.   * ÎHD û TÎHV ji bo Metîn Lokumcu yê li Hopay Artvînê di encama mudaxileya polîsan de hat kuştin edalet pêk were li avahiya ÎHD'a Setenbolê dê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)