Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir 2021-04-19 10:11:49   AMED – Walîtiya Amedê, heşira ku duh li navçeya Rezan dema belavkirina kartolan pêk hatibû weke “Provokasyon” nirxand û û diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Kartol û pîvazên ku ji aliyê Ofisê Berhemên Erdê ya girêdayî Wezareta Daristan û Çandiniyê ve tên kirîn, li malbatên pêwîstiyên wan hene tên belavkirin. Duh li taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê jî  kartol li welatiyan hatibûn belavkirin. Kartolên ku bi qamyonê hatibûn belavkirin li taxê bûbûn sedema heşirê.   DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Walîtiya Amedê, têkildarî mijarê daxuyanî da û angaşt kir ku weke di dîmenan de derketiye holê belavkirin nehatiye kirin û heşira ku pêk hat jî weke “provokasyonê” nirxand.   Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:    “Li navçeya me ya Rezan belavkirina 369 ton a kartolên xwarinê hatiye destpêkirin. Belavkirinê roja 17’ê nîsanê dest pê kir û di heman rojê de li hezar û 355 malbatan hat belavkirin. Weke ku di dîmenand e xwanê dike teqez rêbazeke me ya wisa ya belavkirinê tuneye. Li taxa Mûradiyeyê 4-5 kesên ku xwestine provokasyonê bikin derketine wesayîta belavkirinê û 15 torbeyê mayî avêtine xwarê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”