Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome 2021-04-19 14:32:29   KOCAELÎ – Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê, di roja 34’emîn de “Nobeta Edaletê” ya Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hatibû xistin dabû destpêkirin dewr girt.    Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Kocaeliyê, di roja 34’emîn de “Nobeta Edaletê” ya Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî xistina parlamenteriya xwe li meclisê dabû destpêkirin û piştre li Navenda Giştî ya HDP’ê dabû berdewamkirin, dewr girt. Li avahiya HDP’ê ya Bajar bi daxujyaniyekê çalakî hat dewrgirtin û û wê her roj bidome. Ji ber pandemiyê wê rojê tenê 3 kes tevlî nobetê bibin û hat hînbûn ku di rojên pêş de wê gelek rêxistinên sivîl jî tevlî nobetê bibin.