Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin 2021-04-20 08:28:33   MÊRDÎN - Ridvan O. yê ji ber zaroka xwe ya 6 salî û hevjîna xwe îstîsmar kirin û tundiya zeyendî li wan kir hat girtin.    Li navçeya Qosera Mêrdînê Ridvan O. yê ji ber ku zaroka xwe ya 6 salî û dayika xwe ya 60 salî îstîsmar kirin, tundiya zayendî li dayika xwe û li 2 zarokên xwe kir, pêr hatibû binçavkirin. Ridvan O. yê kirariyên wî yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî Dadgeha Qoserê hat kirin û bi sûcdariya tundî û îstîsmara zayendî kiriye hat girtin û şandin girtîgehê.    JI BAROYÊ DAXUYANÎ   Ji aliyê din zarokên ku tundî li wan hat kirin û hatin îstîsmarkirin, xistin bin parastinê. Navênda Mafên Jinan a Baroya Mardînê ya mudaxîlî bûyerê bû û têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku serlêdanên zarok û jina ku bi tundî û îstîsmara zayendî ya Ridvan O. re rûbirû mane girtine û wê şopdarên bûyerê bin.