Qeyûm qada hêşîn kir sergo 2021-04-20 09:00:51 COLEMÊRG - Şaredariya Geverê ya qeyûm tainî şûna wê hatiye kirin, devera hêşîn a bajêr kir sergo.  Wezareta Karên Navxweyî di 18'ê Cotmeha 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Gever a Colemêrgê kiribû. Şaredariyê berfa li navenda bajêr kom bûbû, li qamyonan bar kiribû û li Taxa Gungorê ku taxa herî hêşîn a navçeyê ye, vala kiribû. Piştî dinya germ bû berfa hatibû valakirin heliya û vê carê jî derket holê ku çopên bajêr li heman cihî vala dike. Ji ber vê bêhneke nexweş ji taxê tê. Şêniyên taxê xwestin çop bên paqijkirin.    Şêniyê taxê Farûk Akman, anî ziman ku berê dihatin vê derê bêhna xwe vedidan, lê belê niha ji çopan xalî nabe. Akman, bilêv kir ku niha bêhneke nexweş tê û ji ber vê bi nexweşînê re rû bi rû ne. Akman got: "Gava ba tê kîsik, çop, kaxez difirin. Şaredarî, divê çopên xwe paqij bike. Bila bibin cihekî din. Ji ber çop li vir hene, mirov jî dibêje qey sergo ye û çopên xwe davêjin vir. Demildest divê şaredarî vê derê paqij bike."    Xwediyê erazî Fîkret Gungor jî anî ziman ku zivistanê qeymeqam rica kiriye u berfa li nav bajêr kom bûye bînin vala bikin vê derê. Gungor, diyar kir ku piştî ku berf heliyaye vê carê çopa bajêr li vê derê hatiye valakirin. Gungor, destnîşan kir ku ev der cihê herî hêşîn ê bajêr e, lê belê ji ber çopê û bêhna jê tê nikarin biçin vê derê. Gungor, bilêv kir ku çop dibin sedema nexweşînê û got: "Şewba Covîd-19'ê heye. Em dixwazin rojek berî rojekê paqij bikin. Kî rijandibe divê paqij bike û bike wek berê."