Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin 2021-04-20 09:29:15   COLEMÊRG - Di serdegirtinên malan ên li navçeya Çelê de Hevşaredarê berê yê Çelê Servet Tûnç jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.   Polîsan li navçeya Çelê ya Colemêrgê di saetên serê sibê de bi ser gelek malên siyasetmedaran de girtin. Di serdegirtinan de Hevşaredar û şaredarê berê yên Çelê Servet Tûnç û Mehmet Kanar, Endamê Meclîsa Giştî yê Bajêr ê HDP’ê Faris Çetînkaya û Haci Yanar (55) hatin binçavkirin.    Siyasetmedarên ku hêceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.