Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin 2021-04-20 10:12:02 MÊRDÎN - Li Mêrdînê komek parêzer ji bo piştevaniya parêzerên ku bi tengasiyên aborî re rûbirû dimînin bikin Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran hat avakirin. Serokê Komeleyê Ahmet Dûyan got ew ê bi rêbazê hevpar piştevaniya xwe mezin bikin.  Gelek parêzerên ku nû mezûn bûne ji ber kar û bar nîne nikarin ofîsan ji xwe re bigirin û parêzeriyê bikin. Bi boneya ji vê yekê re çareserî were dîtin li Mêrdînê komek parêzer hatin cem hev û bi armanca piştevaniya aborî ya parêzerên naxebitin û bi tengasiyên aborî re rûbirû mane piştevaniyê bikin Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran ava kirin.    Di avakirina komeleyê de biryarên girîng jî hatin girtin. Wê kesên di sazûmankiriya komeleyê de cih digirin nikaribin komeleyê ji bo armancên xwe yên şexsî bikar bînin. Kesên di rêveberiya komeleyê de cih bigirin wê nikaribin di rêveberiya partiyek siyasî de bibin wezîfedar. Her wiha biryara ku wê rêveberek komeleyê nikaribe bibe namzetê serokatiya baroyê û rêveberiya baroyê hat girtin.    Rêveberiya komeleyê wê bi awayek zelal û eşkere pereyê werin berhevkirin ji raya giştî re were eşkerekirin û rê li pêşiya pratîkên neyînî were girtin.    HIN PARÊZER NIKARIN DEBARA XWE BIKIN    Serokê Avakar ê Komeleyê Ahmet Dûyan anî ziman ku ew bûne şahid ku hin hevpîşeyên wan nikarin debara xwe bikin û malbata xwe xwedî bikin ji ber van sedemên aborî avakirina vê komeleyê kirine armanca xwe. Dûyan got çimkî parêzer nikarin piştevaniyê ji cemaweriyê werbigirin û ji ber vê yekê rewşa wan aborî nebaş e. Dûyan destnîşan kir ku hin hevpîşeyên wan li ber sînorê birçîbûnê dijîn û nikaribûne vê yekê qebûl bikin. Dûyan da zanîn ku fikrê wan a avakirina vê komeleyê ji grûpa Whatsappê dest pê kiriye û ji bo tabloyek nexweş li Mêrdînê dernekeve pêşiya parêzeran komele ava kirine û dixwazin bibin alîkar û piştevan.    SINDOQA BAROYAN BÊKÊR E    Dûyan diyar kir ku di şertên asayî de Sindoqa Piştevaniyê ya Parêzeran a Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û baroyên bajaran hene lê belê ev sindoq tu carê aktîf nebûye û ev sindoq bêkêr e. Dûyan got hin hevpîşeyên wan hene ji ber nikarin bixebitin rûhsatnameyên xwe li malên xwe daliqandine. Dûyan anî ziman ku ew xwe tevlî xebatên partiyên siyasî nakin û wê li ser piştevaniyê xebatên xwe bi rê ve bibin û dê ji bo hevpîşeyên xwe yên ciwan bibin alîkar.    ‘RÊBAZEK HEVPAR’    Dûyan destnîşan kir ku ew ê li ser xebatek ku bingeha xwe dispêre karek hevpar ango li gorî ruhê zibarê bixebitin û dê ji hevpîşeyên xwe yên ciwan ku nû mezûn bûne û bêkar in re bibin alîkar û wan jî entegreyî nava qada parêzeriyê bikin.   MA / Ahmet Kanbal